Diyarname
TÎHV îsal 2'yemîn car Rojên Belgefîlman li dar dixe. Di vê çarçoveyê de li dor 20 belgefîlmî tê nîşandayîn.
Ji bo Tirkiye û dinyayeke bê îşkence ava bibe, TİHV (Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê) di sala 1990'î de li Enqereyê hatiye avakirin. Hê jî navenda wê li Enqereyê ye û li Stenbol, ÎZmîr, Edene û Amedê nûneriyên wê hene. TÎHV par 20 saliya xwe bi gelek çalakiyan pîroz kir. Yek ji wan çalakiyan jî lidarxistina Rojên Belgefîlman bû ku şaxa wê ya li Îzmîrê li dar xist. Şaxa Îzmîrê ya TÎHV'ê îsal careke din vê çalakiyê bi navê "Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan" li dar dixe û dike ku êdî wekî kevenşopiyekê her sal vê çalakiyê li dar bixe.
Di 10'ê Berfanbarê Roja Mafên Mirovan a Dinyayê de ev çalakî tê li dar xistin, bi vê yekê balê dikişînin ser beşeke bi pirsgirêk a jiyanê; hem jî bi vê yekê dikin ku ked û berhemên sînemageran ragihînin gel. Weqf didie xuyakirin ku ji ber ku çalakiya wan par eleqe dîtiye îsal jî wan ev yek dom kiriye.
Mijarên belgefîlman
Li Tirkiyeyê bi taybetî di salên 90'î de kuştinên kiryar nediyar, binçavkirin, koç, kuştinên li girtîgehan û gelek bûyerên bi vî rengî li dar ketin. 2'yemîn Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan jî dike balê bikişîne ser van mijaran. Îhlalên li girtîgehan, cezayê îdamê, koçkirina bi zordarî, windakirin, rûbirûbûna bi paşerojê re, mafên hawirê, têkoşîna li dijî HES'an, dijberiya li hemberî netewe, etnîk, cinsiyet, mafên mirovan û gelek mijarên di vî warî de îsal bi belgefîlman derdikeve pêşberî temaşevanan.
Çalakiya nîşandayîna belgefîlman dê 10'ê vê mehê dest pê bike û 14'ê mehê bi dawî bibe. Di warê hilbijartina belgefîlman û amadekirina bernameyê de Civaka Ragihandinê ya Fakulteya Îletîşîma Zanîngeha Egeyê xebat kiriye û bername amade kiriye.
Nîşandayîna belgefîlman roja 10'ê mehê dê saet 14.00'an de dest pê bike û her çar rojan di navbera saetên 14.00- 18'an de bê navber belgefîlm li dû hev bêne nîşandayîn.
Çend belgefîlmên li ser kurdan
Di nav belgefîlman de "Çavlirê" yê Hatice Kamer ku mijara belgefîlm li ser du gerîlayan e; "Diya min aştî dixwaze" yê Aziz Çapkurt ku li ser çîrokan sê dayikan e, "Vagona Reş" ê Ozgur Findik ku li ser sirgûnên Dêrsimê ye; "Rewşen" ê Cemil Oguz ku bi ser kovara Rewşenê re qala rewşa zimanê kurdî ya salên 90'î heta 2000'î dike; "Sulhname" yê Şenhal Şenyurt ku mijara Zagona Tazmînatê ya bi hejmara 5233'yan a zerar û windabûna kesên di serdema Rewşa Awarte de zirar dîtine digire dest jî heye.
Belgefîlmê Karabey ê nû
Her wiha belgefîlmê Huseyîn Karabey ê nû bi navê "Tu tarîtî jî nikare veşarê" ku li ser Girtîgeha Amedê, dema derbeya leşkerî ya 12'yê Rezbera 1980'ê hatiye kişandin jî heye. Di belgefîlmê Karabey de kesên ku wê demê li girtîgehê mane, qala rewşa dijwar a wê demê dikin û pêre jî tesîra wê demê ya heta niha jî derdikeve holê. Belgefîlmê Karabey dê roja 12'yê mehê saet 19'an de li dar bikeve û piştî nîşandayîna belgefîlm dê bi derhêner Karabey re gotûbêjeke jî bê lidarxistin.
Deqe bi deqe bername
2'yemîn Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan dê li Navenda Çanda Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê (Kulturpark 26 Agustos Kapisi) li dar bikeve û belgefîlm bê pere têne nîşandayîn. Bernameya çalakiyê deqe bi deqe wisa ye:
10 Berfanbar: 14.00 "16 Ton", 15.40 "Bedensiz Ruhlar", 16.55 "Ekumenopolis:Ucu Olmayan Şehir", 18.40 "Çavlirê.
11 Berfanbar: 14.00 "Geçmiş Mazi Olmadi", 15.15 "17’nin Otesinde Erdal Eren Davasi", 16.55 "Sesim Ruzgara Modern Bir Surgun Hikayesi", 17.50 "Olucanlar".
12 Berfanbar: 14.00 "Bir Avuç Cesur İnsan", 15.40 "Sulhname", 17.10 "Oteki Kasaba", 18.10 "Hiçbir Karanlik Unutturamaz", 18:35 "Kibris Gelecek Arayışında: Geçmişi İrdelemek"
13 Berfanbar: 14.00 "Diya min aştî dixwaze", 15.10 "Bedianın İzinde", 16.30 "Kara Vagon", 17.55 "Dort Bir Yanim Sibiryadir", 19.15 "İn Out".
14 Berfanbar: 14.00 "Sudaki Suretler", 15.30 "Pera Guzeli", 16.40 "Kadim", 17.30 "Tûlay German Kor ve Ateş Yillari", 18.35 "Rewşen".


