Diyarname
Li Amedê bi organîzeya Komeleya 78'yan mîtîngeke bi daxwaza "Bila Girtîgeha Amedê Bibe Muze" tê lidar xistin. Mîtîng di 30'ê vê mehê de dê li dar bikeve. Komele xwe amade dike ku mîtîngeke mezin saz bike.
Hikumeta AK Partî dibêje "Ezê Girtîgeha Amedê xira bikim û di cihê wê de dibistanê çêbikim". Hin kes jî îdîa dikin ku hikumet dixwaze girtîgehê xira bike û di cihê wê de avahiya dan û standinê çêbike. Lê gel û niha jî Komeleya 78'yan dixwazin Girtîgeha Amedê bibe muze. Ji bo vê yekê Komisyona Edalet û Lêkolîna Rastiya Girtîgeha Amedê kete nava hewldanê. Ev însiyatîf ku heta niha li ser Girtîgeha Amedê li çend bajaran semîner li dar xistin vê carê ji bo Girtîgeha Amedê bibe muze mîtîngek li dar dixe.
Mîtîng 30'ê vê mehê saet 15.00'an de dê li Qada Stasyona Amedê li dar bikeve.


