Fêrgîn Melîk Aykoç
Dibe hûn vê pirsê bikin: Çima mehîr? Ma navekî din tunebû ku te bikaniya li gel vê têgînê bikarbaniya? Bersiva min: Ji ber ku salê carê bi aliyê hin derdor û malperan ve; ev têgîn wekî mehîra dewê tirş, bi danê kufikî û bi sîra rizyayî tê tevdan, lema. Dîsa di hin malperan de ev mehîr bi awayekî qaşo rewşenbîrî tê tevdan, carna mirov mehîrê tevbide jî, dîsa dew diquse û çêşta mehîrê namîne.
Di nava kurdan de têgîna herî zêde serî êşandî, herî zêde kevir û kuç lê hatî barandin, di nava nîqaşê de hatî hincirandin, nikane di pindeke lêhatî de raweste ku her kes bibîne, di bistanên biyaniyan de şitil daye, ji wê jî dike, nake nikane rengekî kurdî werbigire; ev têgîna ji xwe û ji me xeyidî ye. Yên vî kirasî li xwe dikin, nizanin pê rê ve biçin, yên ku li kesên di nava vê kirasî de ne dinêrin jî, bi çavekî şîqalgirtî wî/ê dibînin. Carna mirov dike ku bibêje; Xwedê kuştiyê bavê min jî neke vê rewşê. Vê jî çîrokeke rewşenbîrê gundekî anî bîra min.
Dibêjin li gundekî meleyekî hebûye. Ne haya wî ji dînê îslamê, ne jî ji zanîna cîhanê hebûye. Lê ji ber hin bûyarên lihevhatî navî wî wekî meleyekî bi nav û deng bela dibe. Rojek ji rojan seydayekî ji zanyariya medreseyên kurdî tê wî gundî. Seyda berê li rewşa mele û baweriya gundiyan dinêre û têdigihîje ku wê nikanibe rasterast ji gundiyan re bibêje; “Ev mele nezan e!” Ji wê biryar dide ku bi fendan rastiyê bi gundiyan bide pejirandin. Seyda roja îniyê li pey nimêja cum`e berê xwe dide gundiyan û dibêje:
“Cemaetil muslimîn, ev melayê we melayekî gelek hêja ye, divê mirov jê fêdeyê bistîne!“
Li pey diçe cem mela û dibêje:
“Mele tu dikanî ji xêra dê û bavê xwe ji rûyê xwe du mûyan teberik bidî min?“
Mele jî, bi pozbilindî serê xwe radike, çena xwe dirêj dike û dibêje:
“Fermo Seydayê hêja.”
Seyda du mûyan ji rûyê mele dikişîne. Li pey seyda gundî jî dikevin rêzê, her yek du mûyan ji rûyê mele dikişînin. Di dawiyê de li rûyê mele wekî pişta bizina gurî du mû li vî alî, du mû li wî alî dimîne.
Gava gundî li rûyê mele dinêrin, xwe nagirin û bi mele dikenin. Mele jî li gor rastiya xwe, çavên xwe digire devê xwe vedike, ji gundiyan re gotinên nemayî dibêje, ji gund derdikeve û diçe. Bi ziyareta kevirê qol û kevirê binya gundên we, me jî têgîne rewşenbîrî xistiye rewşa rûyê wî meleyî.
NIHA KÊ REWŞENBÎR E?
Wekî mînak: Min di dibistanên tirkan de xwendiye, ji ber ku min nedixwest ez wê sonda “Welahî bîlahî ez tirk dir!” bixwînim, min gelek caran lêdanên bi wijdana tirkan di giyana xwe de rabihîstiye.
Min çaya Husên Kartal vexwariye, ez li Tirimbêle Dr. Zerdeşt Hajo siwarbûme. Li mala Hekîm Sefkan bûme mêvan, min silav daye Evdila Koçer, heta min romana bi navê “Xaltîka Zeyno” jî xwendiye, lema dikanim “wilo, halo” bibêjim.
Min gelek rewşenbîrên pozbilindî navbizengil qehirandiye. Her çendî ne ji Amûdê me jî, min carekê di bernameya Gava Sêyemîn (Helîm Yûsiv) de simêlê xwe yê ne şekirî nîşan daye, lê ji ber ku ez ji miriyan ditirsim, min newêrîbû ez “Mirî ranazên” bi giştî bixwînim.
Bêguman hûn xwendewan jî dizanin ku min çend nivisandin jî şandiye ji malpera Diyarnamê ne, lê min ava Swêdê venexwariya, berçavikên min tune, ez nikanim qirawatê têkim stûyê xwe, bêhna min tê girtin. Ez nabêjim; “Ez di-rû – nim. Ez di-ve – kim. Ez di-kûr-kim. Ji ber ku hem eyb e û hem jî şaş in, ez dibêjim: Ez rû-di nim. Ez ve-di-kim, Ez kûr di-kim.
Her çendî di gundê me de yê ku berê dest bi nivisandinê kiriye, ez im, disa jî ez devoka gundê xwe wekî navenda “Kurdiya Bilind” nabînim. Ango bi şovenîzma heremî, rastiya zimanekî xirab nakim.
Bi bereketa wê nan û pîvazên we xwarî, ez çûme civînên bi navê rewşenbîran hatine lidarxistin jî. Min Murat Batgî jî guhdarî kiriye. Lê min sond xwariye, ez romanên tirkan naxwînim. Niha ez dikanim bibim rewşenbîr, yan na?
Eger hûn bikanin xêra dê û bavên xwe, wan guliyên dara bi dewê mehîra rewşenbîrî hatiye avdan, piçek di aliyê min de jî xwar bikin, wê hinek bêhna rewşenbîrî li min jî bigere û pişika min jî biwerime (Nusaybînî dibêjin; “serê min mezin bibe). Dibe hûn bibêjin; “Em bi kîjan aliyê ve xwar bikin?” Bi aliyê paş ve, na na pêş ve!... Paş vee? Pêş ve?.Aha! Paşe(roj) û pêşe(roj) jî li hev qelibîn.
- Ezê di paşerojê de bibim rewşenbîrek mehîrxwarî(!?) Ez di pêşerojê de kesekî mehîrxwir bûm.(!?)”
Yan
- Ezê di pêşerojê de bibim rewşenbîrek mehîrxwarî(!?) Ez di paşerojê de kesekî mehîrxwir bûm.(!?)”
Niha ev bû çi? We çi jê fêm kir? bi Homayê kurdên Zaza, em nikanin vê jî ji nava hev derbixin, bi Xwedê rewşenbîrî dîsa ji destê me çû!. Tev di rûyê peyva soranekan ya bi navê “Duweroj”de ev bela di ser me de hat. Kî rewşenbîrê bi simêl e, bila ji min re van hevokan zelal bike! Ji ber înat û rika rewşenbîrên serîzinar, em ketin vî rewşî.
Hûn dîsa jî wê dara rewşenbîrî xwar bikin, hûn û kêfa we, hema bi kêjan hêlê ve xwar dikin, bikin. Bes bêhna wê jî di pozê me re here. Aha! Belayeke din derket pêş me. Hin navçeyên Hekarî ji qûna xwe re poz dibêjin, De bêhn di ku re tere, bila here, bes hin kes bikanin ji min re jî, bi kêmasî bibêjin; “rewşenbîrê qaşo mehîra rewşenbîrî bînkirî.”
Min li nivisên li ser rewşenbîrî hatine rêzkirin nêrî. Di warê defînitionê de; ji “raoşna” Avestayê girtine, hetanê “entel” a girikî û “entelektuel”a forma latînî çûne. Xwedê ji wan razî, peyva “rewş” jî ji bîr nekirine. Tiştê herî baş jî ev e ku wan ev defînition bi peyva tirkolik “aydin” neherimandine.
Hinekan jî, îmana zanyariyê çikandine. Rewşenbîr di kategoriyan re derbazkirine. Lê hinek kategorî ji bîr kirine. Wekî rewşenbîrên ava Mêrgemîra Şerefdînê vexwarine, yên li Amedê ava sûsê vexwarine, yên ava Enqerê ya genî vexwarine, yên ji evîna Bêrîvanê bûne bilûrvan û hwd. ji bîr kirine.
Hin camêran jî ji bo ku bikanin zanyariya xwe û rewşenbîriya xwe bidin îspatkirin navê çend camêrên ewropî bikaranîne. Wekî navê Gramsci û Julien Benda. Vê jî tiştekî anî bîra min. Min bibexşînin, mezinê me dibêjin; “Gotin gotinê vedike.”
Carê ez û Profesoreke alman (S. P. Rothm..) em li ser hin peyvan ketin nav nîqaşê. Di nivisekê de peyva “kemer (kember)” derbas dibû. Wî got: “Ev peyveke tirkî ye.” Min rastiya peyvê zelal kir. Lê wî ji min wiha pirsî: “Kîjan zanyarê ewropî vê dîtina te testîq dike?” Ez serê we bi nezanîna xwe û zanîna ewropiyan neêşînim. Her çendî çîrokên bi hêla ewropiyan ve hatibûn tomarkirin, di destê min de hebûn û di wan çîrokan de ev peyv bi dehan car derbas dibûn jî, min nexwest ku ez rastiyê bi wan peyawekanên ewropî bidim îspatkirin.
Di encamê de min ji helbestên me yên klasîk mînak nîşan dan. Lê camêr got, ku bi nivîsandina mixî jî hatibe nivîsandin, hetanî zanyarekî/e ewropî vê destnîşan neke, em nikanin bawer bikin.
Ev bîst sal in ku ez û entel û mentelê almanan di nava şer de ne. Bi taybetî di warê rastiya ziman û hin beşên dîrokî de, Zanyarên ewropî ji vir hetanê gola Wanê di nava şaşiyan de ne. Lê rika wan bi şovenizma ewropî ve kelijiye bûye wekî kevir, lema tu rastiyên hatine înkarkirinê napejirînin.
Di ronahiya vê gotin lihevgerandinê de, ezê ji îro û pêve di hin waran de, ji bo ku hûn bikanin bi zanîna min bawer bikin, xweşbîriya min bipejirînin, ezê bibêjim: Mihoyê gundê me, vê mijarê bi vî awayî zelal dike, Xaltîka Zeyno, Yan jî dînên Depê vê zanyariyê wiha tesdîq dikin. Navên ewropî? Na, na, na, li min tobe! Hûn bawer nakin jî, qet jî bawer nekin.
Henek û menek, carna henek dibin genek. Yan jî mezinên me digotin: “Henekê mêran carna dibe xwîna kêran, yên mêr û jinan jî, dibe pêkenokê milçîna devan!” Êdî hûn û wîjdana xwe.
Tîka min ji we, min bibexşînin. Ji ber ku li ba me kurdan ji temenê 55’an pêve perdeya şermê radibe, kal serbest dipeyivin. Êh min jî du sal bi ser vê kertê xistiye, dibe peyvên min carnan hin tengalan biêşînin.Ji bo xatirê salên min neqehirin.
Ez di encamê de henek û definitionê didim aliyekî û hinek dadikevim nava gulîlibakirina rastiyê û rûpelên cidiyetê.
RASTIYA REWŞENBÎRIYA ME KURDAN
Ji bo ku em bikanin rastiyê bibînin, em berê li welatên din binêrin, ka rewşenbîriya wan çawa pêkhatiye û rûniştiye.
Em li rewşenbîrên alman dinêrin, di dibistanên almanî de li ser bingehê felsefe û politika perwerda dewleta alman, ji bo aborî û pêdiviyên Almanyayê hatine gihandin û li ser vî qurmî kemilîne. Jiwê jî bi hêsanî dikanin li gor berjewendî û hişmendiya almanan têkevin nava şirove û pêşniyazên çareseriya ji bo pirsgirêkên civaka alman. Li ser wan bandora polîtîka û şovenizma welat û metîngerên biyanî tune.
Bi kurtî; hema bigire rewşenbîrên piraniya welatan li ser heman bingehî gihîştine merteba rewşenbîriyê. Ango li ser bingehê felsefe û polîtîka perwerdê ya welat û gelê xwe. Ne li ser bingehê polîtîka perwerda gel û welateke din. Ango di dibistanan de jî rastiya xwe jiyane. Kirasên biyaniyan li xwe nekirine.
LÊ EM KURD?
Kîjan kurd li ser bingehê polîtîka perwerdeya kurdî-netewî derfetên rewşenbîrîyê bi dest xistiye? Ma heta niha derfetên me yên bi vî awayî çêbûne? Gava mirov li ser vî bingehî û di nava vê çarçovê de li vê mijara rewşenbîrî nenêre, di nav av û avbendên biyanî de avjenî bike, ji rastiya rewşenbiriya kurd dûr dikeve.
Berê medreseyên bi kurdî hebûn. Her çendî di van medreseyan de beşek zimanê perwerdê bi kurdî jî bû, di polîtîka perwerdeyê de baweriya îslamê bingeh dihat girtin. Ango polîtîka baweriya îslamî di ser berjewendî û rastiya kurdayetî re bû. Lema bi hejmareke kêm rewşenbîrên di xizmeta zimanê kurdî de derketin. Berhemên wan jî nîve nîv bi kurdî û nîve nîv bi erebî ye. Ji ber vê egerê nekanîn saziyeke netewî ya modern biafirînin û derfetên dîrokî ji bo azadiya kurdan bikarbînin.
Yên li Tirkiyê li ser bingehê felsefe û politika perwerdeya dewleta tirk a nijadperest gav avêtine nava AYDIN’an. Em dizanin ku rastiya zanîngehên Tirkiyê ji rastiya cihanê dûr e. Ango ronakbûna bi îmana tirkî. Ji bo ku em bikanin bizanin, ka çiqas nêzîkê rastiya kurdan e. Divê em vê mijarê hinek vekin.
Gava em li pergala perwerdeya tirk dinêrin, li ser du bingehan hatiye avakirin. Yek “wêneyê tirkayetî” yek jî “wêneyê dijmin” Ev jî ji sedî nod li ser derewan hatiye avakirin. Wekî mînak: Di sala 1976’an de min û çend hevpîşeyên xwe yê OGRETMEN’ên dîrokê (ez jî wê çaxê ne mamoste, OGRETMEN bûm); me pirtûka bi navê “Turkiye Cumhurriyet Tarihi” nirxand. Ji sedî heştêyê vê pirtûkê li ser derewan hatibû avakirin. Pirtûk û bangaşiyên din jî hûn ji min çêtir dizanin.
Wêneyê dijmin li ser du beşan dane rûniştin: Yek wêneyê dijminên der û ya duyem jî wêneyê dijminê hundir e.
Wêneyê dijminê der:Hemû xirabiyên tê hişê mirovan ji bin serê dijminên der derdikevin. Îş û karê dijminên der tenê têkbirina dewleta tirk e. Ji bo pêkanîna vê armancê her rê û rêbazî mûbah dibînin. Bi taybetî jî dijminê hundir ji bo armancên xwe bikartînin.
Wêneyê dijminê hundir:Dijminê hundir bêguman kurd in. Ev dijminê hundir bê mêjî ye. Pêşî û paşiya xwe nasnake. Tew nizanin maf û hiqûq çi ye. Nezan in, di şikeftan de dijîn. Tu car nikane têkeve nav ramanên rizgarîxwaziyê, lê dijminên der wan dixapînin û derdixin hemberê tirkan. Li ser vî bingehî tevgera Şêx Seîd û serhildanên din bi ajaniya emperyalîstan (îngilîz), peyvên xayîn û hwd tewanbar kirin. Bi salan e jî, Tevgera Azadî ya Bakur, bi heman awayî tewanbar dike, Her wiha Partî û serkariya Herêma Kurdistana başûr jî.
Di van sîh, çil salên dawî de jî, biryar girtine ku dijminê hundir yê bê mêjî, ji bo armancên xwe yên kirêt bikarbîne. Ew qas cerdewan, sê qasê wan sîxwir tên bikaranîn. Dem, dem jî, hin kesên ku bi salan di nava siyayseta xwe de perwerde kirine, yên wekî A. Firat, Ş. Elçî, U. Firat, M. Metîner û hwd. ji bo reşkirina Tevgera Azadî bikartînin. Ji xwe ev kesên rêşaşkirî jî li dij Tevgera Azadî gotinên reşkirinê bikarneynin, tu car di medya xwe de rê nadin wan.
Dîsa ji bo rûsipîkirina dewleta xwe mijara ergenekonê derxistin pêş. Erdogan û Başbûg di hevdîtineke de li hev kirin û bi destê medya fetocî dewletê rûsipî dikin û dixebitin ku bi vê qirêjê Tevgera Azadî tewanbar bikin û gelê kurd jê biqetînin. (Alavêre dalavêre Kurt memet nobete!) Ji bo vê jî, ne tenê maşeyên ku min navê wan li jor dane, bikartînin. Hin malparên qaşo kurd û bi kurdî weşnê dikin jî bikartînin. Wekî malperên bi navên; rizyayî online, nekurd, kelêj.org (hima bigire nivîskarên van malperan yek in) bê wan malpera nefret jî wiha ye. Ev malper, ji ziman û rêbazên çêrkirin û bê sincî/exlaqî bigire, hetanê nûçeyên xeyalî bikartînin. Hema bigirin hemû nûçeyên asbargas yên medya tirk, bi kurdî di malparên xwe de diweşînin. Yanê erkê medya dewleta kûr bi kurdî pêk tînin.Carna mirov dibêje qey versiyonên wan ên bi kurdî ne.
Bibexşînin şiroveya me bû wekî nivîsek destnîşankirina xeterên salên dawî. Lê rastî ev e. Ev awa AYDIN-bûna rezîl, berhemê wê polîtîka perwerda tirk e.
Em di dibistanên Tirkiyê de li ser vî bingehî hatin perwerdekirin. Wêneyê dijminê tirkan yê der û hundir di mêjiyê me yê biçûk de rûniştiye, leme carna em bi navê rewşenbîrî jî dikevin xizmeta wan.
Me her sibe bi dîn û îman sond dixwar ku em tirk in, diya me Asena, bavê me Alpertûnga ye. Me dayika ku em neh meh di hemla xwe de gerandî, bi salan şev û rojên xwe ji bo me kiribû yek, ji bîr kiribû. Lema ez dibêjim; pêdivî bi întîxareke bi her awayî heye, Riya ji vê heriya perwerda nijadperestiya tirk rizgarbûn û paqijbûnê tenê ev e. Eger întîxar bi awayek bingehîn pêk neyê, ew mîkrobên AYDIN-bûna tirk ji giyana me dernekeve, em di encamê de dîsa dakevin newala herî xirab. Wekî îtîrafkarên bûne maşeyên destê xwînxwaran.
Ev bîst sal in, ku ez televîzyonê tirkî sêr nakim, bi tirkî hîç napeyîvim, (tenî di dersa kurdî ya li ser înternetî de peyivîm), rojnamên tirkan naxwînim. Pirtûkên tirkî nakirim. çend hevalên min bi tirkî pirtûk nivîsandibûn, xwestin wekî diyarî bidin min. Min ji wan re got: “Kê pirtûkek bi tirkî wekî diyarî bide min, ew li min heqaret dike!” Cihê ku ez diçim, eger tirkî ji wir nereve, neçe, ez xwe di nava îxanetê de hîs dikim. Li ser vê sebeba ziman, min û bi hezaran kurdên tirkîhez me şer kiriye. Lê dîsa jî ez nikanim bi dilekî xweş, wijdaneke rehet bibêjim ku ez ji wê heriya AYDIN-bûna tirkî rizgar bûme.
Ez gelekan dibînim, dinasim, di malê wan de tenê tirkî tê axaftin, di mala wan de TV’yê kurdî tune, tenê televîzyonên tirkî sêr dikin, rojnama “Tirkiye ya tirkan e” dixwînin. Li muzîka tirkan guhdarî dikin. Di dewetan de govend cih hiştine, li ber “mastîka mastîka” yewnanî bi tirkî qeydê qûnê dilîzin. Bi kurtî wekî tirkek nijadperet dijîn. Lê dîsa jî xwe wekî rewşenbîrên kurd ên bi nav û deng dibînin. Hinekên wan di wan malperên min li jor navê wan bi awayeke şîqalkirî daye de dinivîsin. “De gulê were tûyan!”
Careke din dibêjin: Kî dilê xwe digire bila bigire, kesên li ser vê bingehî bûye rewşenbîr, bibexşînin, heşa rewşenbîrî, bûnin AYDIN, eger di întîxareke re derbas nebûbe, ew kirasên ji derewan li ser xwe neçirandibe û ji ser xwe neavitibe, hêdî hêdî rengê kurdî nekişandibe ser xwe; bi her awayî têkiliya xwe ji tîpa T (tirk) nebirîbe, Ew ne rewşenbîrê kurd e. Divê di her gotin û nirxandinên xwe de ji xwe bi guman be. Tenê bi dîplome û sertîfîkatên dibistanan mirov nabe rewşenbîr. Bi yên tirk mirov hîç nabe. Hele rewşenbîriya kurd gelek dijwar e.
Bi kêmasî salê du caran ez qursa rêzimana kurdî bi awayeke akademîk didim mamoste û hîndekaran. Di encamê de jî em sertîfîkateke bi hêla gelek saziyan ve (yên ewropî ve jî) tê pejirandin, didin. Li pey heştê saet qursî, ez ji wan re dibêjim: “Derê xizmeta kurdî û rewşenbiriya kurdî ji we re vekiriye, lê divê hûn ji xwekujiyekê bi her alî re amade bin! Jiyana hetanê wê rojê ji bîr bikin, ji nû ve jiyanek ava bikin.”
Ev ji bo kurdên Sûrî û parçeyên din jî wiha ye. Di warê perwerdê de dewletên wekî Sûrî hîn paşverûtir in. Divê ew jî li ser vî warî bifikirin.
Emcam; Divê em berê hewl bidin xwe ku bikanin kesayetiya xwe ji nav wê herî û lîtava AYDIN-bûna wekî tirkolîk mixkirî rizgar bikin. Eger em bikanin di vî warî de bi ser bikevin, li pey derfetên me yên li ser mijara rewşenbîrî nîqaşkirinê dikane çêbibe. Ez bi xwe hîn ne di wê baweriyê de me ku dema min û nîqaşa peyva rewşenbiriyê hatibe. Lê çawa ku min bendê xwe ji AYDIN-bûna tirkî qetandibe. Wekî mînak: Ez nikanim bi tu henekên tirkan bikenim. Muzîka wan tu bandorê li min nake. Di govendê de eger rîtma kurdî nebe, jiniyên (çok /kabok) min nakeve nava tevgerê û her wiha.
Lê hûn çi dibêjin? Yan hûn jî wek kurdên tirkîhez difikirin û dixwazin kevir û kuçan li min bibarînin?
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
-


