Diyarname
Serokwezîrê Spanyayê Jose Luis Rodriguez Zapatero ji ber ketina balafira ya duh li welat sê roj şîn danî.
Duh li Spanyayê balafirekî bi cureyê MD 82 di dema rabûnê teqiya. Di qezayê de 153 kesî jiyana xwe ji dest dabû û 19 kes birîndar bûbûn. Hin nûçe radigihînin ku di motorê balafirê de şewat pêk hatiye loma qeza çêbûye.
Li ser lêkolînên li cihê bûyerê 'kutiya agahiyan' a balafirê hate dîtin û ji wê dê teqez diyar bibe ku sedema qezayê çi ye.
Balafir aîdê reyên hewayê ya Spanair e û Spanair piştî şîrketa Iberia li Spanyayê duyemîn şîrketa mezin e.
Serokwezîrê Spanyayê Jose Luis Rodriguez Zapatero îro ji bo miriyên di qezayê de sê roj şîn danî.


