Diyarname
FIFA'yê berendamên Lîstikvanê Salê yê Fûtbolê eşkere kirin. Wekî par îsal jî Cristiano Ronaldo û Lionel Messi hene lê kesê sêyemîn navê qeleparêz Manuel Neuer hatiye eşkerekirin.
FIFA'yê ji bo Xelata "Balon d'Or" (Goga Zêrîn) sê nav eşkere kir: Lîstikvanê Real Madrîdê Cristiano Ronaldo, lîstikvanê Barcelonayê Lionel Messi û qeleparêzê Bayern Munihê Manuel Neuer.
Di encama dengdayînê de kesê xelatê bigire 12'yê meha yekemîn a sala 2015'an dê bi merasimeke xelata xwe bigire.
Ronaldo par û di sala 2008'an de ev xelat girtibû. Messî jî çar salan, di sala 2009, 2010, 2011 û 2012'yan de ev xeyat girtibû. Messi yekemîn kes e ku 4 caran vê xelatê digire.
FIFA'yê ji bo Teknîk Dîrektorê salê teknîk dîrektorê Real Madridê Carlo Ancelotti, teknîk dîrektorê Tîma Neteweyî ya Almanyayê Joachim Low û teknîk dîrektorê Atletico Madrid Diego Simeone wekî berendam nîşan da.
FIFA'yê wekî Puskas Gola Salê jî golan lîstikvanê Real Madridê James Rodriguez, gola lîstikvana Îrlandayê Stephanie Roche û gola lîstikvanê Manchester United ê hollandî Robin van Persie nîşan dan.


