Diyarname
Tîma neteweyî ya Tirkiye û Ermenistanê ji bo hevtêkbirina Kûpaya Cîhanê ya 2010'an dilîzin, Gul jî dize serdanê.
Bi salan e di navbera Tirkiye û Ermenistane de pirsgirêka heyî didome. Niha ev her du welatên ku pirsgirêka xwe çareser nekirine di maçeke futbolê dê têne hemberî hev. Maç di 6'ê vê mehê de dê li dar bikeve. Berî li darketina maçê Serokomarê Ermenistanê Serj Sarkisyan ji bo ku bi hev re li maçê temaşe bikin Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul vexwendibû Ermenistanê. Partiyên CHP û MHP li dijî vê yekê derketibû û daxwaz kiribûn ku Gul neçe Ermenistanê. Û heta vê êvarê jî nîqaş dom dikir, vê êvarê ji Serokomariyê daxuyaniyeke nivîskî hate pêşkêş kirin. Di daxuyaniyê de wisa hate gotin: "Bi sedema maçê ev serdan dê kedeke li dostaniya li herêmê jî bike. Birêz Serokomarê me li ser vê fikrê vexwendnameya Serokomarê Ermenistanê Serj Sarkisyan qebûl kiriye."
Wekî not: Maç di 6'ê mehê roja şemiyê di saet 19.00'an de dest pê dike û li Tirkiyeyê ji TRT 1 bi awayeke zindî dê bê weşandin. Maç dê li Stada Hrazdan a li Ermenistanê bê lîstin û hakêmê maçê ji Federasyona Norwecê Tom Henning Ovrebo ye.
Tirkiye û Ermenistan di 5'emîn Koma Hevtêkbirina ji bo Kûpaya Dinyayê ya 2010'an de ne. Ji bilî Tirkiye û Ermenistanê, Belçîka, Hosna-Hersek, Estonya û Spanya di komê de ne.


