Amed
Li Mala Dengbêjan a Amedê pêşengeha sûretên li ser çand, dîrok û motîfên kurdî pêşandan xweşik hate vekirin.
Pêşangeha Ahmet Gonul li Mala Dengbêjan a Amedê bi navê "Di nava du çeman de hilberîn" hate vekirin. Gonul ku ji Batmanê de di pêşangeha xwe de motîfên kurdî çêkirine û pêşangeh bi eleqeyeke mezin re rû bi rû ma.
Beşdar ji aliyekê ve li motîfên kurdî yên di pêşangehê de mêze dikin, li aliyê din guhê xwe bi klamên dengbêjan paqij dikin.
Çêkerê wêneyan Ahmet Gonul da zanîn ku ew dixwaze bi van sûretan çanda kurdî nîşan bide.


