Diyarname
Weqfa Malbata Ferho ku ev çand sal in xelatê dide îsal jî mercên beşdariyê û dema pêşbaziyê diyar kir.
Weqfa Malbata Ferho ya li Swêde îsal bi pêşbaziyekê "Xelata Mafên Mirovan" dide. Îsal mijara pêşbaziyê bi awayê "Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd tê çi wateyê?" diyar kiriye.
Pêşbazî heta 30.12.2008'an li dar e û kesên ku bixwazin di vî warî de berhemê ji bo beşdariyê bişînin divê heta wê demê berhemên xwe bigihînin ber destê endamên juriyê.
Weqfê wekî endamên juriyê navê nivîskar Haydar Işik, nivîskar Rojan Hazim, nivîskar Faysal Dagli, rojnameger Îsmet Kem û rojnamer Luqman Guldive diyar kiriye.
Mijara pêşbaziyê yek pirs e: Abdullah Ocalan, ji bo gelê kurd çi îfade dike? Nivîs, wê di aliyê kesayetî, kulturî û dîrokî ya Ocalan de, bêne nirxandin.
Şertên pêşbaziyê:
1– Zimanê pêşbaziyê kurdî ye.
2– Nivîs, pêwiste berî niha li cihekî din ne hatibin weşandin.
3- Nivîs, ji 1'emîn, heya bi 3'yemîn cuda, ji 3'yemîn heya bi 15'emîn cuda bêne bijartin.
4- Nirxê nivîsan di aliyê madî û manewî de wê bê dayîn û wekî pirtûk bên weşandin.
5– Pêwîst e nivîskar kurte jiyana xwe binivîse.
6– Herî dereng, pêwîst e nivîs di 30. 12. 2008'an de, bigihîjin navnîşanan. 7– Encama pêşbaziyê wê 3 Adara 2009'an de, li gundê Mizizexê bê daxuyanî kirin.
8– Mafê weşana nivîsan ya Weqfê ye.
Navnîşan: Rue Bonneels 16, B-1210 Bruxelles BELGIUM
E-mail: medeniferho@hotmail.com
mferho@hotmail.com


