Diyarname
Nûçegîhanê rojnameya la Repubblica Ivan Compasso çû Kobanî û çavdêriyên xwe yên ji wir nivîsandin. Compasso hefteyek (di navbera 6-12'yê vê mehê) li Kobanî ma û nûçeya wî di rojnameyê de û her wiha di Repubblica TV de hat weşandin.
Vane ji wê çavkaniyê hin not:
- Me karî bikevin bajarê ku li hemberî Xelîfetîya Îslamê bûye sembola berxwedanê. Li wir hezar jê zaroka 7 hezar sivîl dijîn. Di rewşa ku tiştên xwarinê her diçe kêmtir dibin û naxweşxane hatine xirakirin de gelê bajêr bi awayekî normal jiyana xwe didomîne û ew bawer in ku dê DAIŞ'ên radîkal têk bibin. Di pevçûnan de dilpolayiya jinan her diçe xwe nîşan dide..."
- Ev 100 roj in bajêr di bin dorpêçê de ye, tenê roja 29'ê sermawezê (meha 11'an) derî vekirî maye, di vê dîrokê de jî leşkerên tirk destûr dan DAIŞ'ê ku erebeyên bombe barkirî ji wir derbas bibin."
- Ji ber dorpêçê bajêr hatiye valakirin lê hê li ser piyan e. Berevajî îdîayên propagandaya DAIŞ'ê, li bajêr ne tenê şervan dijîn. Sivîl jî dijîn.
- Ji 16'yê rezberê heta îro li bajêr pere tune ne, jixwe bikêr nayê jî. Êdî kes tiştek nakire, belavkirin tê kirin. Bersiva şer û xirakirina wir a kurdan xwerêxistin kirin û hevkarî ye. Li bajêr nan û av tê belavkirin, bi rêya jeneratoran elektrîk tê dayîn û her wiha çopên (sergoyên) bajêr jî têne komkirin. Bi vî awayî li bajêr li aliyê ku pevçûn nîn e jiyan bi awayekî normal didome. Her tiştê heye ji bo her kesî tê bikaranîn.
- Şervanên kurd dest datînin ser çek, qertên qirediyê û belgeyên mîlîtanên DAIŞ'ê. Car caran di bêrikên mîlîtanên DAIŞ'ê de madeyên tilyak ên wekî amfetamîn jî têne dîtin. Tê gotin ku berî êrîşkirinê ji bo "dilpolayî bidin mîlîtanan" ev têne bikaranîn.
Nûçe bi ev gotina yek ji serleşkerên YPJ'ê Qada bi dawî dibe: "Hêzên koalîsyonê ji hewayê ve bombebaranê dikin lê ev yek zêde bikêr nayê. Ji bo rizgariya Kobanî em li vir têkoşîna bingehîn didin."
**
Têbiniya Diyarnameyê: La Repubblica yek ji rojnameyên îtalî ye ku herî zêde tê firotin. Li Romayê Ovgu Pinar ev nûçe ji rojnameyê wergerandiye û di BBC Tirkî de weşandiye. Me ji wir wergerand kurdî.


