AMED
Bi deh hezaran welatî ji bo ji komkujiya Cizîrê re bibêjin "raweste" li ber avahiya DBP'ê ya Amedê hatin cem hev û dest bi meşê kirin.
Bi pêşengiya rêxistina DBP'ê ya Amedê bi deh hezaran kes li ber avahiya DBP'ê ji bo komkujiyên Cizîrê bêjin "raweste" hatin cem hev. Girse bi diruşma "Gelê Botanê ne bi tenê ye" dest bi meşê kir. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên YDG-H, KCK'ê hatin vekirin. Girseya maskên sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li rûyê xwe kirin û bi pankartên tirkî-kurdî yên wekî "Gelê Botanê ne bi tenê ye", "Em ê ji kujerê zarokan hesab bipirsin" heya ber avahiya KCD'ê meşiyan. Ciwanan jî êlekên li ser "Hikumet gavan bavêje" li xwe kirin û meşiyan.


