Yaqob Tilermenî
Li gorî Ricardo Eliezer Neftali Reyes Basoalto, “Berhema ku ne di xizmeta serxwebûna gel de be, ev berhem di xizmeta îxanetê de ye.” Ji bo wiha Basoalto heta ku ji jiyanê bar kir jî, tu carî hêviya xwe ji gel nebirî û ji bo gel wiha hêvî kir, “Dê ev gel rojekê hişyar bibe û mafê xwe bi dest bixe.” R. E. N. R. Basoalto ji ber van ramanên xwe û bizavên xwe yên di vî warî de ji hêla serokê Şîlî’yê, Gonzales Videla ve hat lêpirsîn û ji welatê xwe ve hat vederkirin. Piştî ku desthilatiyê dest guherand bi pênc salan vegeriya welatê xwe û di Partiya Komunîst de xebitî. Li vegerê ji derdora xwe re serhatiyên xwe bi van hevokan rave kir:
“Di salên xwe yên sirgûnê de cih bi cih geriyam û ez hatim welatekî ku heta wê rojê min fersenda naskirina wê nedîtibû: Îtalya. Li vî welatî her tişt li ber çavên min bêhempa xuya dikirin. Baxusûs jî jiyana jirêzê ya Îtalyayî. Nan, şerab û zeyt. Heta bi polîsên îtalyan… Van polîsan tu caran tadeyî li min nekirin, lê bêyî ku biwestin li her derê bi dû min de hatin. Ez biçûma ku derê polîsek derdiket pêşberî min. Di xewa min de, di şorbeya ku min vedixwar de jî… Wêjevanan ez diezimandim ji bo xwendina helbestan. Min bi kêfxweşî ew dixwendin… Li derve, li kolanê polîs li bendeyî min bûn. Polîsên îtalyan ku ne li ber beroşk, ne jî li ber siyê ji dû min venediqetiyan…”
Helbestvanê ku di 13 saliya xwe de bi gotarên rojnameyê dest bi nivîsandinê kir, di 17 saliya xwe de bi navê Pablo Neruda şanenava xwe avêt bin helbesta xwe ya di kovara wêjeyî, Selva Austral de. Helbestvan ev şanenava xwe ya nivîsê ji ber navê helbestvanê Çek, Jan Neruda wergirt. Û heta îro jî bêtirên wêjehezan bi navê Neruda ji helbesta wî hez dikin; ne bi navê R. E. N. R. Basoalto.
Serqise; navê mirov ku di jiyana wê/wî de nasnameya wê/wî ya herî nas, kesayetiyê vedibêje û dide naskirin, weke çermê canê mirov heta mirinê li ser wê/wî ye û li pê mirinê jî mayînde dimîne. Tew ku ev kesayet xwedî nasnaveke taybet bin û bi afirîneriya xwe her dem li ber çavên raya giştî bin, wê çaxê navên wan di mirêka gel de her û her diteyisin. Bi giştî hunermend û nemaze jî wêjekar, navên ku li binê berhema xwe dixin, di heman katê de vî navî ji bo xwe nasnavê bingehîn dihesibînin. Ji ber hindê kêm kes dizanin ku navê Yaşar Kemal ê di nasnameya wî ya fermî de çi ye? Her kesekî kurd bi navê Cegerxwîn besmeleya helbesta kurdî weke werd dikişîne; ne bi navê Mele Şêxmûsê Hesarî. Şivan Perwer, Birader, Rojda, Rojhan Beken û gelek muzîkjenên muzîka kurdî ji bo muzîkhezan ev nav bixwe ne; kesek ranabe li navê wan ê berê nakole ku ne kesek lêkolîner be.
Di rojên îroj de ku bi sed hezaran mirov ji bo zimanê neteweya xwe li ser piyan e û ku bi dehan kes li kelem û striyan diqelibin û tên girtin, bi yek dengî ji bo navên kurdî yên aydî kakila xwe biqîrin û ji daxwaza xwe neyên xwarê -weke Neruda gotiye-, dê tu carî ji mafwergirtina xwe bêpar nemîne. Bo nimûne; hevalê min ê muzîkjen û helbestvanê kurd ku berî bi salekê em li cihekî rûniştibûn, piştî sohbeteke xweş û dûdirêj mizgînî dabû min ku beriya demekê bêyî parêzer serî li dadgehê daye û xwestiye nav û paşnavê xwe yê di nasnameyê de biguherîne.
Û di encamê de tu astengî jê re nehatiye derxistin û bi nav û paşnavê Serhad Hemdem nasnameya nû wergirtiye. Ev agahdarkirina wî ji bo min mizgîniyeke gelekî xweş bû û min xweziya xwe anîbû ku hemû hunermendên kurd bi riyên fermiyetê pêngaveke bi vî awayî biavêtana. Û pêngavên bi vî awayî ji bo her kurdekî ku xwedî daxwaziyan e, rewa ye û jênager e. Dîsa nivîsa Cemîl Oguz a bi navê “Nav her pirsgirêk bûn di nava kurdan de” (14. 09. 2008, www.diyarname.com), ji bo kesên ku dixwazin rabirdûya mijara NAV’ên bi kurdî bixwîne, nivîseke têr û tijî ye.
Belê, nav hîna jî pirsgirêk e di nava kurdan de û gelek caran navê hunermend û nivîskarên kurd di TV, rojname, kovar û pêşbaziyan de çewt tên nivîsandin ango çewt tên bilêvkirin. Heman çewtî ji bo şanenavê min ê nivîsê jî tê kirin. Teqrîben ev sêzdeh sal in ku ez hewl didim di cîhana nivîsa kurdî de bi peyv û gotinên kurdî jiyana xwe bidomînin. Û min weke helwest û weke seknekê ji xwe re şanenaveke nivîsînê afirandiye. Ligel ku bi sedan nivîsên min di gelek deran de weşiyane û min ew nivîsên xwe li ser heman şanenavî ji kovar û rojnameyan re dişand jî, li her cihekî ez li navekî nû rast dihatim. Navê min bi awayên Yakup, Yakub, Yaqup, Yaqub, Yaqûp, Yaqûb, Yakop dihatin nivîsandin, digel ku ez weke Yaqob dinivîsim; paşnavê min bi awayên Tilmen, Tilman, Tilerman, Tilêrman, Tilermanî, Tilêrmanî, Tilêrmenî û hwd dihatin nivîsandin, digel ku paşnavê min Tilermenî ye. Wê çaxa mirov van nav û paşnavan bîne kêleka hev û li gorî hesabên matematîkê yên permutasyon, kombînasyon û îhtimalan bihesibîne dê bi dehan şanenavên cuda derkevin holê. Wê çaxê ez ê nikaribim bi angaşta ku ev nivîsên di bin van navan de hatine nivîsandin, yek jê jî aydî min e. Du sal berê ji bo pêşbaziyeke çîrokan daxwaza ji bo lijneyê arasteyî min bûbû û min daxwaz qebûl kiribû. Dema ku min di rojnameya kurdî de îlana pêşbaziyê dîtibû, min di nava kenîn û girînê de îlan rê kesên li cem xwe dabû. Ew qasî jî nedibû, ji tehm derketibû. Di bin lîsteya lijneyê de navê min weke Dilawer Tilermenî hatibû nivîsandin, ligel ku min ji wan kesan re gotibû, ‘ji kerema xwe re bila şanenava min weke şanenava ser berga pirtûkên min were nivîsandin’ û bersiva ‘hûn meraqan mexwin’ wergirtibû jî... Û bi qasî ku ez dişopînim heman çewtî ji bo gelek şanenavên nivîskarên kurd tên kirin. Ev jî bi girîngdayîna kesayetî û navê wê kesayetiyê ve girêdayî ye. Ku di bernameyan de ev çewtî nema werin kirin, wê wextê dê naskirin û qebûlkirina nivîskarên kurd jî gihîştibe cihê ku heq kiriye…
Ger di van rojên hestyar de vebijarkên li pêşiya me, li gorî rasteqîniyên jiyana kurdî werin bicihanîn, hewce ye em bi çalakiyên cihêreng dengê xwe bigihînin her derên cîhanê ji bo ku Hemîd Dilbaharên zimanê kurdî ne weke pelên payizê, lê weke tovên biharê her carê ji nû ve aj bidin. Ji lewre dê nasNAVên zimanê kurdî zû bi zû dernekevin ser dika hunerê.
yaqobtilermeni@yahoo.com
Ji Azadiya Welat hatiye girtin


