Diyarname
Ji bo meha Kewçêrê ya Şoreşa 1917'an BEKSAV fîlmên li ser vê mehê nîşan dide. Di bernameyê de 7 fîlm hene.
BEKSAV ku her meh bernameya çalakiyan li dar dixe, di nav bernameyê de cih dide nîşandayîna fîlman jî. Meha Kewçêrê meha Şoreşa 1917'an a Sovyetê ye. Ji bo vê mehê BEKSAV'ê cih dide fîlmên li ser vê mehê. Nîşandayîna fîlmên li ser Şoreşa Kewçêrê 10'ê mehê bi nîşandayîna fîlmê "Ax" ê derhêner Aleksandr Dovzhenko dest pê dike û bi temamî dê 7 fîlm bêne nîşandayîn.
Di bernameyê de fîlmên "Zirxdara Potemkînê" û "Grev" ku di sînemaya dinyayê de bûne fîlmên klasîk jî hene.
Digel fîlmên derhênerên navdar Sergei Eisenstein û Dziga Vertov fîlmê Warren Beatty "Sor" ku sala 1981'ê de hatiye kişandin jî heye. "Ji bo Lenîn sê stran", "Kewçêr" jî fîlmên din ên bernameyê de. Fîlmê ku 70-80 sal berê hatiye kişandin û li dinyayê navdar in wekî fîlmên klasîk di nav cîhanan sînemayê de cihê xwe girtine. Ev fîlm niha di meha Kewçêrê de li BEKSAV'ê careke din têne nîşandayîn.
Di çarçoveya bernameyê de ev fîlm dê bêne nîşandayîn:
Kewçêr
Derhêner: Sergei Eisenstein-Grigori Aleksandrov
Senaryo: Sergei Eisenstein-Grigori Aleksandrov
Cure: Dram-dîrok
1927, Rusya, 99 dq.
Sor
Derhêner: Warren Beatty
Senaryo: Warren Beatty
Lîstikvan: Warren Beatty, Diane Keaton, Jack Nicholson
Cure: Dram-dîrok
1981, DYA, 194 dq.
Zirxdarê Potemkîn
Derhêner: Sergei Eisenstein
Senaryo: Nina Agadzhanova
Cure: Şer, Dram
1925, Rusya, 73 dq.
Ax
Derhêner: Aleksandr Dovzhenko
Senaryo: Aleksandr Dovzhenko
Cure: Dram
1930, Rusya, 72 dq.
Grev
Derhêner: Sergei Eisenstein
Senaryo: Sergei Eisenstein-Grigori Aleksandrov
Cure: Dram
1925, Rusya, 94 dq.
Ji bo Lenîn sê stran
Derhêner: Dziga Vertov
Cure: Belgefîlm
1934, Rusya, 59 dq.
Coş
Derhêner: Dziga Vertov
Cure: Belgefîlm
1931, Rusya, 65 dq.


