Diyarname
Rêxistina DTP'ê ya Stenbolê ji bo çewsandinên Îranê yên li ser girtiyên kurd şermezar bike çelengek reş danî ber balyozxaneyê.
Endam û rêveberên DTP'ya Stenbolê li ber Balyozxaneya Îranê ya Stenbolê hatin cem hev, ji bo şermezarkirina çewsandina li ser girtiyên kurd çelengek reş danîn ber balyozxaneyê.
Cîgirê Serokê DTP'ê Stenbolê Dursun Yildiz da zanîn ku li hemû parçeyan îmha û înkar li ser kurdan e. Yildiz da zanîn ku niha nêzî 400 girtiyên kurd di girtîgehên Îranê de li hemberî îdam û îşkenceyê ketine greva birçîbûnê ya heta hetayê û niha ev çalakiya wan di roja 38'an de ye. Dursun xwest ku dewleta Îranê mafê girtiyan qebûl bike û guh bide girtiyan.
Gel diruşma Berxwedan Jiyan e avêt


