Stenbol
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li ser girtina rojnameyên kurdan daxuyaniyeke da û xwest kurd bersivê bidin van hewldanan.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, girtina rojnameyên Alternatîf, Gelecek, Gerçek, Ozgur Ulke û Azadiya Welat wekî bersiva çalakiyên ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî nirxand û xwest ku kurd xwedî li çapemeniya xwe derkevin.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, li ser zordariyên li ser çapemeniya kurd, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku berbendkirin û êrîşên li ser çapemeniya kurd gihîştiye asta herî bilind û wiha hate gotin: "Piştî girtina rojnameyên Alternatîf, Gelecek û Gerçek, îcar jî tekane rojnameya bi kurdî Azadiya Welat hate girtin. Em wekî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê girtina van rojnameyan, nemaze jî girtina tekane rojnameya bi kurdî Azadiya Welat bi tundî şermezar dikin û ji rayedarên dewletê dixwazin ku dawî li van êrîşên xwe bînin."
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê bê gotin ku girtina Azadiya Welat êrîşeke li ser zimanê kurdî ye û wiha hat gotin: "Bi girtina vê rojnameyê re rayedarên tirk bersiveke nebixêr da çalakiyên gelê kurd ên ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî. Em bang li gelê kurd dikin ku li çapemeniya xwe xwedî derkeve û bi geşkirina têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bersivê bidin van êrîşan."


