Diyarname
Hikumeta Venezuelayê bi biryareke hemû xebatê aîdê McDonald'sê ji bo serdemekê girtin.
Hikumetê bêisûliya di defterên McDonald'sê de sedem nîşan da û ji bo demekê mifte li deriyên McDonald'san da.
Li ser daxwaza daîreyên bacê dê 48 saetan deriyên McDonald'sê girtî bin. Serokê daîreya bacê Jose David Cabello daye zanîn ku mufetîşan di defterên lokantayê de tiştên nelirê dîtine. Li Venezuelayê 115 McDonald's hene.
Venezula ku yek ji welatên Amerîkaya Latîn e piştî bi ser ketina Hugo Chavez li hemberî Amerîkayê û berhemên wan di nav hewldanan de ne. Qedexekirina McDonald'san ji bo du rojan be jî ev gav wekî gaveke ji yek van hewldanan hate nirxandin.


