ŞIRNEX
Şaredariya Cizîrê bi beşdariya hezaran kesê Mala Dengbêjan a Botanê vekir.
Heta niha li bajarên wekî Amed, Batman, Wan, Agirî ji bo dengbêjên kurd kar û barê xwe lê bikin Mala Dengbêjan vebûbû. Niha li Cizîrê jî cihek wisa bi navê "Mala Dengbêjan a Botanê" vebû.
Şaredariya Cizîrê "Mala Dengêjan a Botanê" vekir û dengbêjên Botanê anîn cem hev. Mala Dengbêjan li Qesra Dîrokê ya Mehmet Axa hate vekirin. Berî vekirinê bi beşdariya Hevserokê DBP'ê yê Cizîrê Mesut Nart, Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Alî Akdenîz, Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kunur û nûnerên rêxistinên civakî yên navçeyê û bi hezaran kes beşdarî meşê bûn. Meş li taxa Dagkapi dest pê kir û heta ber Mala Dengbêjan dom kir. Ji ber ku Roja Zimanê Zikmakî bû ev meş hati kirin û daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî hate kirin. Piştî meşa bi diruşmên "Bijî Serok Apo" "Bê ziman jiyan nabe" li dar ket, merasima vekirina Mala Dengbêjan hate kirin. Hevşaredar Kunur û Dayikên Aştiyê kurdele birîn.
Hevşaredar Kunur da zanîn ku ew ê xebatên xwe yên ji bo gelê Cizîrê bidomînin û wiha berdewam kir: "Em ji bo çand, dîrok û kevneşopiyên gelê xwe bidin jiyîn çi ji destên me bê emê bikin. Ji bo ku em dengbêjên xwe yên Botanê bînin cem hev û hunera devkî biparêzin, çanda xwe ya dengbêjiyê bidin jiyîn me mala dengbêjan vekir. Ji bo gelê me pîroz be."
Piştî axaftinan dengbêjan klamên xwe pêşkêşî mêvanan kirin.


