Hasan Cemal
Hûn dikarin li cihekî binivîsin.
Di dema ku Tirkiye ber bi hilbijartina giştî ya 7'ê pûşperê diçe de tirsê Siltanê Qesrê HDP ye.
Lê ger HDP bendavê derbas bike?..
Lê ger HDP bi ser sedî 10 re bigire?..
Lê ger HDP bigihîje sedî 14-15'an?..
Ji zû de ye ev pirs bûne sedema tirsa Tayyip Erdogan.
Ji ber ku dizane di 7'ê pûşperê de encameke wisa dê bibe sedema destpêka dawîlêhatina wî.
Ji ber vê yekê ditirseb
Têkçûna xeyala 400 mebûsan dê têkçûna dest pê bike.
Ji aliyekê ve dê bi tena serê xwe nikaribe Zagona Bingehîn çêbike, ji aliyê din ve xeyala tenê ew dê têk here.
Ev îhtîmalên cidê ne.
Heta duh jî derdorên dûrî HDP'ê, dûrî kurdan bûn îro diguherin û ev yek jî vê îhtîmalê xurtin dike.
Ev îhtîmalên ku di rêzên pêşîn ên rojeva siyasetê de ne pêk bên, dê parçebûna li nav AKP'ê zêdetir kûr bibe yan jî Erdogan dê li qesra xwe ya 1150 odeyî be tana serê xwe bimîne û bê bandor bibe.
Hedefê Erdogan û tetikkêşên wî HDP ye
Ji ber vê yekê Erdogan û tetikkêşên wî HDP ji bo xwe kirine hedef.
Je ber vê yekê bi hemû hêza xwe êrîşê Hevserokê HDP'ê Demirtaş dikin ku wî wekî şeytên nîşan didin.
Hema roja dû daxuyaniya li Dolmabahçeyê Erdogan pêl li pişkova êrîşê kir.
Pêşî we, dûre Davutoglu, piştî wan Arinç û pêre çapemeniya alîgirê wan a tetikkêş, hemû bi yek dengî êrîş dikin,
EW baş dizanin, Demirtaş her roja ku derbas dibe zêdetir balê dikişîne.
Populerbûna wî bilind die.
EW dibêjin qey bi bêîtîbarkirina Demîrtaşî dê dengên HDP'ê dakevin.
Demîrtaşî wekî neyarê aştiyê nîşan didin, lê ne hewce mirov bi awayekî cidî li vê yekê binêre jî.
Ji aliyê aştî û demokrasiyê ve sîcîleke pîr û pak a Demîrtaş heye.
Ev sicîl bi fedekariya mezin û bi êşên mezin hatiye nivîsîn...
Selahattin Demirtaş dizane ku li Tirkiyeyê tekane rêya destjêberdena çekan û şîdetê demokrasiye.
Dema demokrasî û hiqûq tê gotin bi awayekî mafdar "bawerî bi desthilatdariya Tayyip Erdoan nayne".
Ji ber vê yekê wî wekî neyarê aştiyê îlan dikin.
Dixwazin ligel Qendîlê wî derxin pêşberî Îmralî
Dibe ku lîstikên mezintir bêne lîstin.
Ev lîstika hilbjartinê ya Erdogan û tetikkêşên wî gelek ji rêzê ye.
Ew dibêjin qey bi vê lîstika ji rêzê dê dengên HDP'ê dakevin, lê ew gelek şaş in.
Di vê navberê de divê mirov zêdetir haydar be.
Her du 7'ê pûşperê nêz bibe û bibînin ku eleqeya ji bo HDP û Demîrtaşî kêm nabe, dibe ku lîstikên mezintir bilîzin.
Dibe ku kêmînan deynin.
Dibe ku 'provakasyon'an çêbikin.
Bi taybetî divê HDP baldar be ku neyê van lîstikan.
Tirsa Siltanê Qesrê
Ez dubare dikim.
(1) HDP, tirsa Siltanê Qesrê ya 7'ê pûşperê ye.
(2) HDP'yek ku bi ser sedî 10'î re dengan bgire dê destpêka têkçûna wî çêbike...
Sê meh ji bo hilbijartinê mane.
Ji bo aştî û demokrasiya li ser vê axê, ji bo guherînê roja 7'ê pûşperê ezê dengê xwe bidim HDP'ê.
Ji T24 hatiye girtin
Werger: Cemil Oguz


