Diyarname
Kelevanê New Yor Red Bullsê Dany Cepero ji 80 metreyî gol avêt û ket dîroka Amerîkayê
Danny Ceperoyê 23 salî di Lîga Major a Amerîkayê de, di tîma New York Red Bullsê de dilîze û kelevanê duyem e. Ji ber ku kelevanê yekem ji ber dopîngê 10 maç ceza gir Cepero ket cihê wî.
Di maça New York Red Bulls û Columbus Crew de kelevan Cepero ji nav sehaya xwe li gogê da ku bi qasî 80 metreyî ji keleha hember dûr e û gog çû kete keleha tîma hember.
Ev gol kete dîroka Amerîkayê. Di heman demê de ev yekemîn gola kelevan Cepero ye. Kelevan pêşî gelek şaş bû ku ji wir gol avêt, dûre gelek kêf kir.
Di lîga ku ev 15 sal in didome de yekem car kelevanekî golê davêje.
Ji bo temaşekirina got: Danny Cepero


