Diyarname
Serokdewletê DYA'Yê Bush û Barzanî li Qesra Spî hatin cem hev û li ser xala ewlehiyê ya Iraq-DYA'yê sekinîn.
Bush ji bo Barzanî da zanîn ku di pêşketina Iraqek azad de roja Barzanî pir e û ji bo rêberî û dostaniya Barzanî sipasiyên xwe pêşkêş kir.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) George W. Bush di dawiya axaftina xwe de got; "Ez bi serbilindî dîsa dibêjim hûn bi xêra hatin. Ji bo cesaret û rêberiya we ez sipas dikim."
Serokê Herêma Kurdistana Federe Barzanî jî ji bo hevdîtinê dilxweşiya xwe nîşan da û got: "Ji bo em ji bin destê dîktator rizgar bibin we birareke dilpola daye, bi giştî li ser navê gelê Iraqê, bi taybetî li ser navê kurdan ez sipasiyên xwe pêşkêşî we dikim. Em hurmetdarê leşkerên jin û mêrên ku li vir jiyana xwe ji dest da ne. Ji ber vê fedekariyê em sipasiya gelê Amerîkayê û sipasiya we dikin."
Her wiha Barzanî da zanîn ku ji bo erêkirina peymana ewlehiyê ya DYA-Iraqê ewê xebata xwe bidomînin.


