Diyarname
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro li Balikesîrê axivî û careke din îdîa kir ku pirsgirêka kurd tune ye. Vaye ew beşa axaftina Erdogan:
"Hûn zirarê didin welat. Ferasetek nexweş ku hemû hêviya xwe bi bûyerên li kuçeyan ve girêdaye, bi bûyerên vandalî re heye. Li van deran diyar e di têkoşîna li hemberî terorê de me çi winda kiriye. Ger me ev windahî nedaba niha emê li cihek gelek cuda bana. Niha tu dinêrî, dibêjin pirsgirêka kurd. Birê min, çi pirsgirêka kurd e tu dibêjî. Êdî pirsgirêkek wisa tune ye. Di sala 2005'an de li Diyarbekirê min anî ziman. Her komek etnîk pirsgirêkên wan li gor xwe hene. Duh ji bo birên xwe yên roman jî min got, pirsgirêka tirkan jî, ya birên min ên roman ji heye, yê boşnak, yê lazan jî hene. Pirsgirêka hemûyan heye.
Çi yê te nîn e, ji te serokwezîr jî, wezîr jî derketin, di nav TSK'ê (Hêzên Leşkerî yên Tirk) de jî tu heyî, tu hê çi dixwazî? Ji bo Xwedê çi yê te ji me cudatir heye, her tiştê te heye. Rê tune bû, me rêya we çêkir, balafirgeh em çêdikin nahêlin. Makîneyên karsazan, mitehîdan dişewitînin. Ê, çima dişewitîin? Me li Îdirê, Agirî, Qersê balafirgeh çêkir. Vê dewletê tu cudahî çêkir? Birên min, derdê wan cuda ye. Me polîtîkaya redê avêt bin lingan. Me polîtîkaya asîmîlasyonê avêt bin lingan. Ji ber ku me ev got, ji bo afirîner ew afirandine me ji wan hez kir, em hez dikin, em dê hez bikin jî. Dema ez serokwezîr bûm jî min çawa ji tirkan re got min ji kurdan re jî got birê min, ji lazan re jî got, îro jî ez wisa dibêjim."
Lê li vî welatî vî karî hinek dehf didin, ev siyaseta xirab a vî karî dikin. Gere em nekevin dafika vê lîstikê. Wekî min got, gere em bibin yek. Tekane derdê wan ew e ka dikarin ji vê qeyranê ji bo xwe rantek derbixin yan na? "


