logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Ji berhemeke dîrokî çend gotinên pêşiyan

Heke mirov xebatên wêjeya klasîk û berhemên mîna pirtûka Elî Tememaxî ya bi navê “Serfa Kurmancî (1591-1592)” û Nûbara B

  • Dîrok: 02/04/2015
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Samî Tan

Heke mirov xebatên wêjeya klasîk û berhemên mîna pirtûka Elî Tememaxî ya bi navê “Serfa Kurmancî (1591-1592)” û Nûbara Biçûkan a Ehmedê Xanî dayne aliyekî, berhemên der barê zimanê kurdî de serê pêşîn ji hêla kesên ne kurd ve hatine nivîsandin. Yekemîn pirtûka rêziman ji hêla Garzonî ve di sala 1787’an de hatiye nivîsandin. Piştî ku gelek geştiyar, mîsyoner û peywirdarên welatê ewropî hatine Kurdistanê, der barê kurd, kurdî û Kurdistanê de pirtûk nivîsandine.  Di vê hefteyê me divê em li ser pirtûkekê ji wan gotarekê binivîsin. Ev pirtûk jî ya mîsyonerê amerîkî  L.O. Fossum e û navê wê jî “A Practical Kurdish Grammar” e.

Ev pirtûk di sala 1919’an de hatiye nivîsandin. Pêşgotina pirtûkê di sala 1916’an de li Saucbulak anku li Mehabadê hatiye nivîsandin. Di vê pirtûka rêzimana kurdî de pêşî der barê kurdan û zimanê kurdî de agahî hatine dayîn. Li gorî agahiyên di pirtûkê de hinekan kurd bi keldanî û aşûriyan ve girêdane, hinekan jî raya kurdan gihandiye med û persan. Lê nivîskarî gotiye, “Îro tiştê zelal ev e ku neteweya kurd şexsiyetên mîna Selehedîn, Nadir Şah, Kerîm Xan (1779) û gelek şexsiyetên din ên mezin gihandine.”

Her wiha nivîskarê pirtûkê Fossum cihên ku mirov lê bi zimanê kurdî dipeyîvin wiha rêz kirine:  Erzirom, Bedlîs, Amed, Elezîz, Wan, Mûsil, Azerbeycan, Erdelan, Xorasan. Di berdewamiya pêşeka pirtûka xwe de nivîskar, li gorî agahiyên wê demê û xebatên ku li ser zimanê kurdî hatine kirin, der barê binyada zimanê kurdî û zaravayên wî de agahiyan dide. Li gorî Fossum zimanê kurdî dabeş dibe ser sê koman;  komên bakur, naverast û başûrê Kurdistanê. Li gorî wî li bakurê Kurdistanê zazakî, li naverasta Kurdistanê koma kurmancî (kurmanciya jêr û kurmanciya jor), li başûrê Kurdistanê jî koma lûr û kelhûr hene. Di nirxandinên Fossum ên der barê kurdî de xala balkêş rexneya wî ya li ser wan kesan e ku kurdî bi farisî ve girêdidin, li gorî Fossum ew kes bi berçavka farisî li kurdî dinêrin, lewma jî aliyên kurdî yên resen nabînin.

Piştre jî di astên cur bi cur ên mîna denganî, peyvsazî û hevoksaziyê de rêzimana kurdî ya zaravayê kurmanciya navîn pêşkêşî me dike. Kurdiya ku berhema wî li serê hatiye nivîsandin a deverên Mehabad û Silêmaniyê ye. Di vê xebatê de navên mehan bi vî rengî hatine pêşkêşkirin: adar, nîsan, gulan, xezîran, temîz, tebax, îlûn, teşrîna pêşî, teşrîna paşî, kanûna pêşî, kanûna paşî, şûbat…

Ev yek jî nîşan dide ku  kurdan ji mêj ve ev navên mêhan bi kar anîne.

Ji bilî navê mehan di dawiya pirtûkê de hinek nimûne ji biwêj, gotinên pêşiyan û çîrokên gelêrî jî hene. Ew nimûne bi tîpên erebî ne, em ê ji wan bi tenê çend gotinên pêşiyan pêşkêş bikin.

Gotinên pêşiyan:

- Mar marî naxwe: seg segî nabirê. (Mar maran naxwin, seg segan nadirînin.)

- Ewî ke zidî bay tifî bika: de rûy xoy da tifî deka. (Kesê ku tivî bayî bikin, tifî rûyê xwe dike.)

- Cêy êşanî didan: ziman dangwê (Ziman diçe ser diranê ku diêşe..)

- Berdêkî piçûk serî diqelêşê (kevirê biçûk sêrî diqelêşe.)

- Hezar dost bibê kêm e: yek dişmin bibê zor e. (Hezar dost kêm in, dijminek zêde ye.)

- Karwan derwa: seg dewere (karwan dibore, seg direye)

- Sîrkî belaş le hingewîn şîrîntir e. (Sîrkeya belaş ji hingiv şîrîntir e.)

- Kere memire: bihar dê: kurtanit bo le şarî dê. (Kerê memire, bihar tê, kurtana te ji bajêr tê.)

- Le cê fikirî nakî rêwî weder dekewê. (Ji cihê ku tu ne li bendêyî rovî derkeve.)

- Kwêre çit dewê? Du çawî sax. (Kerê çi dixwazî? Du çavên sax.”

- Her kesî lakî le  berî dirêj bika: lakî  debirinewe.

- Her kesêkî derkî xelkî biteqênê: xelkî derkî wî diteqênê. (Her kesê li deriyê xelkê bide, xelk jî dê li deriyê wî/wê bide.)

- Ewî ke gulî dwê: debê diruyiş biwê. (Ewê gulê dixwaze, divê strî jî bixwaze.)

- Le du şêtan eqilêkî peyda bike. (Ji du dînan aqilekî bigire.)

- Ewê ke le gurgî ditirsê: coy naçînê. (Ewê ku ji gur bitirse, ceh naçîne.)

- Geskî kon dawêne ser banî. (Gezika kevn davêjin ser banî.)

Nîşe: Berfirehiya vê gotarê di hejmara 22’yan a Kovara Zendê de hatiye belavkirin:

02.04.2015, Azadiya Welat

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ew televîzyonê bikar nayne

ad

Çaykur Rizespor xatir ji lîga yekem xwest

ad

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur kir

ad

Der barê Kongreya BDP'ê de lêpirsîn dan dest pê kirin

ad

Li Amedê Festîvala Fîlman dê li dar bikeve

ad

Gelemşeya Binavkirinê Wêjeya Dijkolonyal û Postkolonyal

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname