Mehmet Denîz (58) ku piştî şahiya 8'ê Adarê polîsan bi copan lê dabû û birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da. Navenda Giştî ya DTP'ê û Navenda Giştî ya Meclisa Jinan a DTP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî kuştina Mehmet Deniz şermezar kir.
Navenda Giştî ya DTP'ê di daxuyaniya xwe de wisa got; "Li Erdîşa Wanê, piştî şahiya 8'ê Adarê hemwelatiyeke me yê 58 salî bi navê Mehmet Denîz ji aliyê nêzî 10 polîsan ve bi cop û daran bi giranî hatiye birîndarkirin. Polîsan pehîn li dixtor û hemşîreyan jî daye û nehiştiye ew wî derman bikin. Mehmet Denîz piştre jiyana xwe ji dest daye. Piştî ku Yahya Menekye li Cizîrê di bin panzêrê de hat kuştin vê carê li Erdîşê ev bûyer pêk hat. Digel van yekan jî bikaranîna gotinên demokratîkbûyînê ya ji aliyê AKP'ê dirûtî ye."


