Mehmet Y. Yilmaz
Serokê Giştî yê HDP'ê yekşema borî ligel hevalên me yên li ofîsa Hurriyetê ya Enqereyê taştêyek xwar. Li ser sohbeta di vê taştê de roja duşemê di rojnameyê de nûçe hat weşandin.
Demîrtaş dibêje, dema Kobanî di bin dorpêça DAIŞ'ê de bû ligel Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi telefonê xeber daye û van yekan lê zêde dike:
"Dema ligel Serokwezîr Davutoglu li ser Kobanî min pêre xeber da min got 'çekan bişînin, hûn naşînin rê bidin bila çek derbas bibin'. Ji min re got 'Hewlek wisa dê bibe sûcê li nav şer'. Me xeber dida lê di heman demê de çûyîna TIR'an a ji bo Sûriyeyê dom dikir. Ji bo wan Kobanî cihek 'Ha ket, ha wê bikeve' bû. Niha ji bo me qala çîrokan dikin."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu profekî ye, Wezariya Karên Derve kir û her gotina ji devê wî derkeve dizane encama wê çi ye.
Di dawiyê de dadgehê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û mebûsê CHP'ê yê Îzmîrê Riza Turmen di hevpeyvîneke ku da Çagdaş Sesê bal kişandiye ser vê yekê.
Turmen dibêje mimkûn e bûyer bê ber destê Konseya Ewlekaria Neteweyên Yekbûyî û wisa dibêje: "Dema em ji aliyê Hiqûqa Navneteweyî ve lê binêrin derdikeve holê ku Tirkiyeyê alîkariya komên çekdar ên li nav welatekî din kiriye. Yanê ji aliyê Hiqûqa Navneteweyî ve ev yek bi awayekî eşkere îhlalkirin e."
Turmen wisa didome:
"Dema em li Beşa 4'an a Xala 2'yan a Şertê Neteweyên Yekbûyî binêrin, xal qedexe dike ku welatek li hemberî yekpareyiya axê û serxwebûnê welatek din zorê bikar bîne. Şandina çekan ji aliyê Sûriyeyê vê tê wateya ku ev xal hatiye binpêkirin. Lê cezayê vê yekê dê çi be em wê nizanin."
Niha ger Davutoglu şandina çekan a ji bo Kobanî dê çawa bibe sûcek li nav şer û şandina çekan ji bo hêzên çekdar ên li nav Sûriyê çima nebe sûcek bîne ziman dê baş be.
03.06.2015, Hurriyet


