Diyarname
Nivîskarê me Zekî Ozmen roja 28'ê gulanê nivîsek bi sernavê "HDP li Ewropayê partiya 2'yemîn e"* nivîsî û qala hilbijartina li Ewropayê kir. Di nivîsê de Ozmen îstatîstîkên li ser hilbijêrên kurd ên li Ewropayê jî da û wisa got: "Niha li her cihên deng têne dayin muşahidên HDP’ê hene. Hejmara kesên ku niha li ser sindoqan tê texmînkirin ku dengên xwe didin HDP’ê û tê tomarkirin. Li gor encamên heta niha derdora sedî 25 kesên diçin dengdanê dengên xwe didin vê partiyê. Eger heta roja yekşemê li seranserê Ewropayê mîlyonek deng werin dayîn û dengên diçin ji HDP’ê re wisa asayî berdewam bikin, dê hejmara dengan a HDP’ê ji Ewropayê bi dest bixe derdora 250 hezarî be. Ev hejmara dengan ne hejmareke biçûk e. Bi van dengan dê li Ewropayê HDP dû AKP’ê re bibe partiya duyemîn."
Îro Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bi sernavê "Dengên HDP'ê yên derveyî Tirkiyeyê diyar bûn" nûçeyek weşand. Ajansê bi Endamê Meclisa Partiyê yê HDP'ê Ahmet Karataş re xeber daye û li gor reqema ne fermî encama dengên HDP'ê ya li Ewropayê weşandiye. Di nûçeyê de Karataş wisa gotiye: "7'ê mehê dê li deriyên gumrikê jî deng bêne dayîn. Li gor daneyên li ber destên me ligel yên li Ewropayê jî deng dane, sedî 40'ê kesên li derveyî Tirkiyeyê dê deng bidin. Ji dengên li derveyî Tirkiyeyê em li bendê ne ku 250-280 hezar deng ji bo me derkevin. Hedefa me 400 hezar bû lê ger em bi ser hejmara kesên deng dane re li meseleyê binêrin em gihîştine hedefa xwe."
Hejmara ku Karataş daye DÎHA'yê hejmara ku nivîskarê me Ozmen hefteyek berê nivîsiye piştrast dike.
*Vaye nivîsa Zekî Ozmen:
- HDP li Ewropayê partiya 2'yemîn e


