Diyarname
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş piştî teqîna li Mîtîngê li ber avahiya DBP'ya Amedê axivî. Banga xebatek bi aram û serketinê kir.
Vaye ji axaftina Demîrtaş hin not:
Pêşî gelek derbasî be. Dest bidin hev, mil bidin hev emê bi ser kevin. Niha dem ew dem e ku em çawa gelek ji polê ne nîşan bidin.
Li her derê xwestin li me bixin lê îro tiştê pêdiviya me pê heye aştî ye, aştî. Çi bikin bila bikin emê li vî welati aştiyê çêbikin. Ew aştî dê bê vî welatî.
Di saeta teqîn çêbû de ji çar aliyê Tirkiyeyê peyam hatin. Her kesê dilê wan ji bo aştiyê lê dide diayên wan bi we re ne.
Bi heman dîsîplînê emê xebata xwe bidomînin.
Ez hêvî dikim hevalên me dê baş bin û bên nav me. Qet guh nedin daxuyaniyên ji bilî daxuyaniyên me. Bila hemû hevalên me yên ciwan aram bin, bila nekevin nav hêrsê, ji ber ku ew dê têk herin, emê bi ser bikevin.
Ji vê qadê emê gavek din veqetin, li her derê Amedê, li her tax û kuçeyên Amedê bi heman aramî emê xebata xwe bidomînin. Ew dibêjin qey emê bi tiştên wisa bên provakasyonê. Ew me nas nakin. Dîsîplîna ku we li qadê nîşan da pêşî li bûyerek mezin girt. Emê bi heman awayî xebata xwe bidomînin.
Niha ji bilî sebrê tu tiştek di destê me de tune ye, emê bi ser bikevin hevalno.
Niha lêkolîn tê kirin, kî li dû ye dê derkeve holê. Kî ev êrîş kiriye dê derkeve,emê li dû meseleyê bin.
Emê hem di dema hilbiartinê de, hem dû hilbijartinê bi dîsîplîn bin.
Bawer bikin em li ser rêyeke rast in, ji bo hemû Tirkiye aram bibe em ketine rê.
Ciwanên partiya me vê yekê wekî ferman bigirin; ev hilbijartin dê çêbe, sindoq dê çêbikin, emê bi vê biryarê tevbigerin. Teqez neyên provakasyonê.
Ji vê bawer bin Xwedayê mezin li cem mezlûman e.
Dê kes nikaribe pêşî li vî gelî bigire, emê bi ser bikevin
Ez arambûna we, sakinbûna we pîroz dikim.
**
Nûçeyên eleqedar:


