Hewlêr
Heyeta DTP'ê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Nêçîrvan Barzanî re hevdîtineke pêk anî.
Heyeta DTP'ê ku ji bo hind hevdîtina çûbû Başûr, bi Serokê Parlementoya Herêma Kurdistanê Kemal Kerkûkî re hate cem hev. Di hevdîtinê de çareseriya pirsgirêka kurd û pirgsirêkên herêmî hatin nîqaşkirin.
Piştî hevdîtina bi Kerkûkî re heyetê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Nêçîrvan Barzanî re hate cem hev. Di hevdîtinê de girîngiya pêşvebirina têkiliyên di navbera kurdan de hate destnîşankirin û hate xwestin gelê kurd piştgiriya hev bike.
Di nav heyeta DTP'e de Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emîne Ayna, mebûsê DTP'ê Osman Ozçelîk û Sabahat Tuncel, endamê MP'ya DTP'ê Abdullah Demîrbaş heye.
Hevdîtina heyeta DTP'ê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 45 deqîqe dom kir. Di hevdîtinê de Wezîrê Karên Hundir Kerîm Sîncarî û Sekreterê Giştî yê KDP'ê Fazil Mîranî jî amade bûn.
Di hevdîtinê de rewşa Iraqê, Herêma Kurdistana Federal, pirsgirêkên siyasî yên herêmê û pêşveçûnên li Herêma Kurdistanê hatine nirxandin. Di civîna ku têkiliyên ticarî yên Tirkiye û Herêma Kurdistanê jî hatin axaftin de rewşa kurdan hate destnîşankirin. Hate gotin ku di civînê de li ser girîngiya pêşvebirina têkiliyên di navbera kurdan de hatiye rawestandin; bal kişandine ser ku divê kurd têkiliyên xwe bi pêş ve bibin, nirxê bidin hev û piştgiriyê bidin hev.
Her wiha di civînê de hate xwestin ku pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin.
Heyeta DTP'ê piştî hevdîtinê ji bo bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re hevdîtinê pêk bîne, derbasî Silêmaniyê bû.
Her wiha heyetê bi endamên lijneya rêveberiya PÇDK'ê Necîbe Omer û Serdar Sitar, û bi endamê Meclisa Partiyê ya PÇDK'ê Nacî Erguşî re jî hevdîtineke pêk anî.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin
Têbinî: Nûçe û nivîsên di Diyarnameyê bêyî destûra Diyarnameyê nikarin li ciheke bêne weşandin. Nûçeyên ku ji ajansekê hatibin girtin jî divê pêşî destûr ji ajansê bê girtin û bi vî awayî bêne weşandin.


