Diyarname
Wekîlê Serokê Koma Meclisê yê DTP'ê Selahattin Demirtaş li Amedê li ser hilbijartinê axivî.
Demîrtaş tevî Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, şaredar û endamên din ên partiyê beşdarî vekirina parka Eyşe Şanê ku li Baglarê vekirin bû û li ser hilbijartinê axivî. Demirtaş got, "Modela herî baş a şaredariyan ya DTP'ê ye. Tek şaredariya me ku bi karên ne li rê rû bi rû mabe nîn e."
Mebûsê DTP'ê yê Amedê Demîrtaş li ser hilbijartina li Amedê jî bersiveke wisa da hikumetê ku Amedê dixwaze: "Yên ku Amedê dixwazin emê 29'ê adarê de nîşanî wan bidin û bersiveke mezin bidin wan. Hezar kes xweşikek dixwaze lê kesek wê digire. Em wisa xebatê dikin herî hindik bi sedî 70'ê emê li Amedê şaredarî bi dest bixin."
Wekî notek: Parka Eyşe Şanê ku hate vekirin li ser 7 donim û nîvê hatiye sazkirin. Piştî ku parka Newrozê ya ku dê li ber coya DSÎ bê sazkirin dê her du park bigihîjin hev û bi vî awayî li Baglarê qadeke şîn ya ji 400 donimî derkeve holê.


