Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) diyar kir ku di sala 2007'an de ji ber kuştinên namûsê, şîdeta nav malê û nav civakê 184 jinan jiyana xwe ji dest daye.
Li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Keddar ên Cîhanê ÎHD'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî diyar dike ku herî zêde jin ketine bin bandora feqîrî, betalî, afeyên xwezayî, koçe mecbûrî, pevçûnên etkînî, şer, ticareta jinan, şîdeta nav malê û cudakariya bi her awayî.
Li gor heman raporê di encama kuştinan jinan de 36 jinan hatine kuştin û sê jî hatine birîndarkirin. Heman salê 65 jinî întîxar kiriye, 19 jî ketine nav hewldanan întîxarkirinê. Di nav şîdeta nav malê de jî 66 jinan jiyana xwe ji dest daye, 61 jê birîndar bûne, 5 bi êrîşa tecawizê re rû bi rû mane.


