Diyarname
Di civîna UNESCO'yê de Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli dosyaya li ser Sûrên Amedê û Bexçeyên Hewselê pêşkêşî rayedaran kirin. Di dawiya nirxandinan de her du girtin nav Lîsteya Mîrateya Çandî ya Dinyayê ya UNESCO'yê. Ev yek ji bo Amedê û her du berheman serketinek mezin e.
Bi vê biryarê re êdî Sûrên Amedê û Bexçeyên Hewselê malên dinyayê ne û êdî baştir dê bêne parastin.
Civîn 28'ê meha borî dest pê kir û îro dor hat ser Amedê. Piştî qebûlkirinê endamên welatên din li ser piyan li çepikan dan û Hevşaredarên Amedê pîroz kirin.
Hevşaredar Kişanak û Anli sipasiya her kesên ku keda wan ketiye nav vê xebatê kir.


