logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Êşa bi strî ziman û yekitî

Yekitî ne tenê hevgirtina hêz û partiyên heyî ne, ku ev be, ev hêsan e. Bi dîtina min yekitî berê her tiştî ji têgihîşti

  • Dîrok: 08/07/2015
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

Yekitî ne tenê hevgirtina hêz û partiyên heyî ne, ku ev be, ev hêsan e. Bi dîtina min yekitî berê her tiştî ji têgihîştin û di xalek de lihevkirina tevahiya civakê pêk tê. Mijara min a îro ne ev e. Mijara min helwest û fêmdariya mirov ya di vî warî de ye. Eger mirovek di babeteke zanistî de ne bi zanyariyê bawerke, di dîtina xwe ya şaş de têke rik, ew mirov nikane konsensusa yekitiyê jî têbigihîje. 

Dema mirov li kurdînûsên xwe wekî serhonazê mêrga rewşenbîriyê dibînin, dinêre, dibîne ku ew xwe di her warî de pispor dihesibînin, bîrdozên dewletên nûjen diafirînin, pendên rê û rêbazan li dor xwe direşînin, di warê ziman de jî bi referata kal û pîrikan devoka herema xwe wekî bilindiya zimanê herî berzê xemilandî pêşkêş dikin. Mirov ji wan re rastiyê li gor zanyariya ziman jî li ber çavan radixîne, nabînin, nabîhîsin û napejirînin. Li gor wî, wan yekitiya ziman ya li ser bingehê zanyariyê ne girîng e, ya girîng pejirandina devoka wî /wan e. Li pey vê şiroveya serêşê em vegerin mijarê.

1 – Di kurdî de meylên netariyê (ne nêrza, ne mêza) çêbûne. Nimune: Îro di Soranî de nêrza û mêza nemaye, tev de bûye netar, ango di cihê paşgira nêrza (ê) û mêza (a) de, paşgira netariyê “î” girtiye. Mînakek: Piyawî min / jinî min.

Di Kurmanciya bakur de jî li hin herêman zayenda (îzafe) danasînê meyla vê netariyê wergirtiye. Mînak li hin deverên Deşta Mêrdînê di cihê “marên kesk ên deqdeqî” de “marên kesk î deqdeqî” yan jî di cihê; “bizina kol a hen” de “bizina kol î hen” derketiye pêş. Gelek kurdînûsên vê herêmê di cihê zanyariya ziman pejirandinê de hewldidin ku vê mêyla têkçûna zayendê wekî rastiya ziman bidin pejirandin. Ev meyla netarî li eyaletên din ên kurmancîaxêv tune.

Li devera Serhedê jî di kesayetiya sisêyan de ev meyla netarî heye. Di cihê “wî, wê” de tenê “wî” tê bikaranîn. Mînak Ozan Aydin dema sitrana “Qaza min” distirê, nabêje; “çavên wê, lêvên wê…” Dibêje; “çavên wî, lêvên wî…” Li vê deverê tişta baş ew e, her çendî devera Serhedê devereke gelek berfireh e jî, li vê deverê kesên kurdînûs bi şovenîzma heremî naxebitin ku vê pêşveçûna heremî wekî rastiya zimanê kurdî destnîşan bikin.

2 – Di warê formê de; ji nîvê Xerzan digire hetanî digihîje devera Farqînê, ne bi giştî jî be, cih bi cih meyla têkçûna forma ergatîv heye. Ango di cihê: “Wî ez dîtim” de dibêjin “wî min dît.” Gelek baş e ku kurdînûsên vê heremê vê meyla têkçûna ergetîv a li vê heremê wekî rêbazeke kurdî dernaxin pêş.

Li Çewlîg, beşeke Erzerom, Erzîncan, Koçgîrî, Meletî, Semsûr, Mereş, Dîlok û nîvê Rihayê jî forma rawe di bin bandora zimanê tirkî de maye. Wekî mînak di cihê “Heke (eger, ku, ger) hat / xwar/ bir û hwd“ de dibêjin: “hat –se = hatse, xwarse, birse. Ev karlêka raweya tirkî di devoka Kirmanckî (zaza) de hê zêdetir e. Tiştê baş rewşenbîrên vê heremê jî bi rikî nabêjin “ev formeke zimanê me ye.”

3 – Di warê peyvê de jî mijara herî ser êş mijara “şêr –în = şêrîn” e. Di bingehê xwe de ev peyv tenê di wateya kesê wekî şêr de ye. Tu car nayê wateya “şîr—în = şîrîn /şirîn. Mixabin ku ev “şêrîn” jî tenê kurdînûsên Deşta Mêrdînê û weşanxaneyên ji wê deverê bikartînin. Behdînan û Hekarî û Rojhilatî “şirîn” dinivisînin. Ev jî dibe rast be, lewre ji “şira” yê tê. Hemû eyaletên din jî “şîrîn” bikartînin.

Li Hekarî jî mijara peyva “poz” heye. Li wê herêmê jî ji “qûnê” re “poz” tê gotin. Lê peyva “poz, naz, nos” peyvên Indo- Cermen in, ango ev tê wê wateyê ku li wir guhertin pêkhatiye. Hevî dikim ku ev were sererastkirin. 

Tenê hin kurdînûsên Deşta Mêrdînê û hin weşanxane  “î”  û “şêrîn” ku bûne bela serê zimanê kurdî bi rikî derdixin pêş. Ango yekitiya ziman naxwazin. Lê dema Serhedî û xeta rojavayê bakure Kurdistanê û xeta Xerza û Farqînê jî bi rikî bikaranînên herêmên xwe derxin pêş, emê çawa yekitiya ziman biafirînin. Ma kesên yekitiya ziman nexwazin, di şêweyê heremî de têkin rik, dikanin yekitiya netewê bixwazin? Eger di kesekî de têgihîştina yekitiyê hebe, divê berê di warê yekitiya ziman de rast bifikire û li gor zanyariya ziman nêzîkê ziman bibe.

sapli51@hotmail.com


08.07.2015, Yeni Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Kurt-Kavê hin atolyeyên nû

ad

Encamên fermî yên hilbijartina Başûr hatin eşkerekirin

ad

Di çarîk fînalîstî eyro eşkera benê

ad

Şahiya fûtbolê dest pê dike, va ye bernameya îro

ad

Kurdî Derê xelat û belgeyên zimanê kurdî da

ad

Bernameya bibîranîna Tahir Elçî amade ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname