logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Televîzyona alman ZDF ligel Demîrtaş axivî

Televîzyona alman a bi navê ZDF êvara 30'ê mehê bi awayekî yekser ligel Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş hevpeyvînek

  • Dîrok: 30/07/2015
  • Beş: Ji Çapemeniya Dinyayê

Diyarname

Televîzyona alman a bi navê ZDF êvara 30'ê mehê bi awayekî yekser ligel Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş hevpeyvînek kir. ZDF duyemîn televîzyona fermî ya alman a mezin e. Di hevpeyvîna ku 10 deqe dom kir de Demirtaş li ser pirsên di rojevê de bersiva tv'yê da. Vane hin notên ji wê hevpeyvînê:

- Tu têkiliya me û PKK nîn e, vê yekê herî baş birêz Erdogan dizane. Ew bi ser min re polîtîkayeke qirêj dimeşîne, nêrînek wisa çêdike, nîşan dide wekî ku em bi xwe biryarên xwe nadin. HDP ji kesî fermanê nagire, li gor fermanên kesî tevnagere.

- HDP dixwaze aştiyê saz bike, azadiyê saz bike û xurtir bike. Tu têkiliya HDP'ê bi tu bûyera şîdetê re nîn e. Me her demê xwe ji şîdetê dûr girtiye..

- Em tekane partî ne ku dikarin bi Îmralî, Qendîl û Enqereyê re hevdîtinê çêbikin. Em dixwazin vê biparêzin, gere rêyên têkiliyê neyên girtin.

- Dixwazin me ji wekî alîgirê terorê, alîgirê şîdetê nîşan bidin ku sedî 13 dengên ku me girtine ma ji wir daxin, bixin bin bendavê û bi vî awayî bi tena serê xwe bibe desthilatdar û bigihîje armanca xwe ya serokdewletî. Ev ne mimkûn e ji ber ku êdî civaka Tirkiyeyê wekî salên 90'î tenê ji yek çapemeniyê agahiyan nagire.Hemû çapemeniyê bigirin bin kontrola xwe jî ji ber ku dê nikarin çapemeniya civakî kontrol bikin, em dikarin rastiyan ji bo gel vebêjin û emê vebêjin jî.

- Niha şerê ku AKP'ê û birêz Erdogan daye destpêkirin ne şerê parastina welat e. Tirkiye welatê me yê hevpar ger di bin tehdîdê de ye em hemû bi hev re amade ne biparêzin, lê ev ne parastina welat, parastina Qesrê ye. Yanê ev şerê parastina birêz Erdogan a ji bo parastina kursî Qesra xwe ye. Divê di vî şerî de zarokên kurd û tirk nemirin, ji bo vê yekê jî HDP divê xurtir û mezintir bibe. 

- Her ku HDP xurt bibe dê AKP lawaz bibe, her ku AKP lawaz bibe dê şer û çek bisekinin. HDP xurt bibe îhtîmala bikaranîna çekê ya ji aliyê PKK'ê ve dê kêmtir bibe.

- Tirkiye li hemberî rêxistina hov, qatil bikeve nav tevgerê tiştek muhîm e, em dê piştgiriya vê yekê bikin. Tirkiye divê bi awayekî xurt vê yekê bike, lê çiqas dike em ne bawer in. Heta demek kurt jî em dizanin ku bi awayekî têkiliya Tirkiyeyê bi DAIŞ'ê re hebû. Raste rast, an neraste rast piştgirî daye DAIŞ'ê, em vê dizanin.

- Ger Tirkiye bi awayekî xurt li dijî DAIŞ'ê tevbigere rêya wê ne ew e ku ji DAIŞ'ê zêdetir operasyona hewayî li hemberî PKK'ê pêk bîne. Bi ya me tiştê rast Tirkiye di cih de ligel PKK'ê aştiyê îmze bike û ligel PKK'ê li hemberî DAIŞ'ê hê bi bandortir şer bike. Gere hêzên navneteweyî yên Koalîsyonê bikevin nava tevgerê. Ji ber ku PKK û hêzên nêzî PKK'ê li bejayî têkoşîna herî bi bandor li hemberî DAIŞ'ê didin. Tu wateya wê tuneye ku Tirikye DAIŞ û PKK bixe neman astê û li hemberî wan tevbigere, lewma Tirkiye ligel PKK'ê aştiyê çêbike hem ji bo Tirkiyeyê hem ji bo herêmê dê baş be. Gere Amerîka û hêzên din jî vê rastiyê bibînin û li gor vê yekê tevbigerin.

 

Vaye temamê hevpeyvînê:
ZDF-DEMÎRTAŞ 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Ji Çapemeniya Dinyayê - Nivîsên Dawî
news
  • 09 02 2023

Ev jî çêbû: Di TIR'a alîkariyê de tilyak hat dîtin

news
  • 28 12 2022

Taywanê dema leşkeriyê bilind kir

news
  • 25 12 2022

2022: Hejmara kurdên ku li Almanyayê ji bo penaberiyê serî lêdane diyar bû

news
  • 12 12 2022

Bazinek sexte firotine Şêxê Qatarê

news
  • 05 12 2022

Oxfordê peyva salê hilbijart

news
  • 23 11 2022

Dimay 50 sere eşkera bî ke Bruce Lee çirê merdo

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Stranbêjê birîndar bûbû, mir

ad

Rewşenbîran bang kir: Bi Ocalan re hevdîtinê bikin

ad

Şaredarê Hewlêrê hat Amedê

ad

Keçikan dîsa ji bo salnameyê xwe tazî kir!

ad

Belê ev moda ye!

ad

Lenîn û Li-Can

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname