Diyarname
Hêzên dewletê ji duh de berê xwe dane Silopî û pevçûnên li wir didomin. Heyeta HDP'ê ji bo pêşî li bûyeran bigire çû Silopî û got: "Me li vir Kobanî û Gazze dît."
Ji duh de li Silopî di navbera hêzên dewletê û gel de pevçûn hene. Di pevçûnan de sê sivîl hatin kuştin, gelek birîndar hene. Ji bo rewşê ber bi aramiyê ve bibin û li ser bûyeran lêkolîn bikin HDP'ê heyetek çêkir û şand Silopî. Di nav heyetê de mebûsên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Feleknas Ûca, Faysal Sariyildiz, Aycan Îrmez, Ferhat Encu û Leyla Birlik, endamên Meclisa Tenduristî ya KCD'ê Dr. Ramazan Bulbul, Dr. İbrahim Halil Mert û Seroka SES'a Amedê Selma Atabey hene. Rêveberên HDP û DBP yên Silopî li avahiya şaredarî pêşwazî li heyetê kir û paşê heyet çû Taxa Başak ku bûyer lê dom dikirin.
Ji heyetê Meral Daniş Beştaş got ku me li vê derê eynî dîmena wekî Gazze û Kobanî dît û got: "Dîmena ku me dît nîşan dida ku dewlet çawa bi hovî êrîşê gel dike. Mafê parastina gel a xwe bi xwe heye."
Heyetê li cihên ku polîsan dabûn ber agir û guleyan lêkolîn kir, bi malbatan re hevdîtin çêkir. Heyet paşê çû nexweşxaneyê û bi nexweşan re hevdîtin çêkir, ji bo malbatên li morgê li benda cenazeyan bû sersaxî xwest û paşê çû cem dozgerê ku otopsiyê dikeb.
Beştaş wisa got: "Dewletê li hemberî gel şer daye dest pê kirin, ji ber ku li dîwaran şopên guleyan li erdê kapsul hebûn. Li du malan bi awayekî diyar şewat derketiye, dîmena ku me dît nîşan dida ku dewletê zilmek çawa li gel kiriye.
Mebûs Beştaş got ku di temamê rojê de xwestiye bi walî, qeymewam û rayedarên din re hevdîtinê çêbike lê xwe negihandine wan û wisa dom kir: "Heta niha tu têkilî ligel me saznekirine. Bi me re têkilî danaynin û dixwazin bi vê gel bitirsînin. Ji vir em bi rêya we bangî rayedaran dikin, mafê gel heye ku xwe biparêze. Îro li Silopî hêrs û metirs heye."
Heyet dê sibê (8'ê mehê) saet 10.00'an de biçe goristana li Taxa Kobanî ku cenazeyên her sê hemwelatî dê li wir bêne veşartin.


