Diyaname
Di konsera ji bo piştgiriya Hayat TV de bi hezaran kesî stranên kurdî, tirkî û ermenkî xwendin.
Konsera piştgiriyê ji bo Hayat TV ku ji ber pirsgirêkeke teknîkî meha borî hatibû taloqkirin duh li dar ket. Di konserê de Şevval Sam, Ferhat Tunç û Burhan Berken stranên xwe pêşkêşî temaşevanan kir û dilê wan geş kir.
Di konserê de Serokê Giştî yê EMEP'ê Levent Tuzel, rêvberên EMEP'ê, nûnerên sendîkayan jî têde bi hezaran kes amade bû.
Pêşî Gerînendeyê Giştî yê Hayat TV Aydin Çubukçu axivî û got; "Hayat TV ji bo yekîtiya karkeran û kedkaran dixebite."
Çubukçu wisa berdewam kir: "Dema me televîzyon vekir gotin 'ne mimkûn e weşan bêyî alîkariya sernameyeyan, bêyî patronan çê bibe'. Me jî got, ger weşaneke pişta xwe bide patronan dê li gor daxwaza wan weşanê bike. Wê çaxe dê nebe dengê feqîran, kedkaran û dê nebe dengê kurdan. Em tevî gel, emê bibin dengê gel. Hayat Tv dê bibe dengê hemû kedkaran."
Di ko
nserê de pêşî Şevval Sam derket ser dikê, got; "Em mecbûr in bifikirin li vî welatî mirov divê çawa be. Ev pergal betalî, xizanî dide mirovan. Em vê pergalê ku nahêle mirov biaxivin şermezar dikin. Li ku derê dibe bila bibe li hemberî neheqiyê emê têkoşîna xwe bidomînin. Em îro bi muzîkê hinek kêf bikin" û dest bi stranên xwe kir. Sam ku stranên wekî “Dostum”, “Maden ki ben bir insanim”, “Badem Şekeri”, “Zahidem”; “Ada sahilleri”, “Hey gidi Karadeniz” xwend, ji ser dikê daket nav temaşevanan li wê derê stran got û dilê wan geş kir.
Piştre hunermed Ferhat Tunç derket ser dikê, bi strana "Nerdesin ey kardeşlik" (Tu li ku yî ey biratî) dest bi konsera xwe kir û got: "Pêdiviya me pê heye ku em hemû li dinê bi awayekî wekhev çanda xwe bijîn."
Tunç rexne li TRT 6'ê jî kir û ev tişt anîn ziman: "Ez ji dêvla ku di ew televîzyona vê hikumetê de bibe şeş bêş, ez dê li cem we bim baştir e."
Tunç da zanîn ku pêdivî bi gavavêtinên sexte nîn e û wiha berdewam kir: "Heta nia ji ber van tîpan gelek hevalên me hatin darizandin, hatin cezakirin. Hê çend roj berê li Dêrsimê hevalên me ji ber ku 1'ê Gulanê bi kurdî pîroz kiribûn hatin cezakirin. Baş e, li ku ma gavavêtina vê dewletê? Ez ji vê TRT 6'ê, ji vê gavavêtinê ne bawer im. Hikumet kurdî bixaivi diaxive, wê bikar bîne tîne, lê dema kesek din wî zimanî bikar tîne tê cezakirin."
Hunermend Tunç stranên wekî "Filistin”, “Sarı Gelin”, “Aglamasinlar”, “Ozgurluk Mahkumu”, “Ax bira bira”,
“Yaşamak direnmektir”, “Dayê”, “Malan bar kir” pêşkêş kir û di dawiyê de jî ev wisa got: "Ger bi rastî dixwazin guherînan pêk bînin bila Zagona Bingehîn a ku derbekarên faşît ên 12'ê Rezberê çêkirine biguherînin."
Konsera "Di 2009'an de Merheba Ji bo Heyatê" bi stranên hunermendê kurd Burhan Berken bi dawî bû. Berken bi “Were rindê” dest bi pêşkêşkirina stranên xwe kir, stranên kurdî ên wekî “Pale”, “Pejna te nayê”, “Xemşê”, “Meyro” pêşkêş kir û coşek mezin da temaşevanan.
Foto: Cemil Oguz


