Diyarname
Rêveberiya Kantona Kobanî biryar stand û bi awayekî fermî navenda Girê Spî bi rêveberiya Kobanî ve hat girêdan.
Girê Spî piştî ku ji destê DAIŞ'ê hat rizgarkirin, ji pêkhatiyên wir encûmenek rêvebirinê hat çêkirin. Di encaman guftugoyan de biryar hat girtin ku Girê Spî bi Kantona Kobanî ve bê girêdan. Bi vê biryarê Girê Sipî êdî beşek ji Kantona Kobanî ye.
Endamê Lijneya Rêveberiya Girê Spî Omer Aloş ji bo malpera Welatî netê ragihand ku ku lijneya rêvebir a Girê Spî biryar da ku rêveberiya Girê Spî bikin bi rêveberiya xweseriya demokratîk û wê di rûyê rêvebirinê de, ser bi kantona Kobanî be û wê rêveberiya Girê Spî ji jin û mêrekê pêk were.


