logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Di navbera PDK û YNK'ê de çi diqewime?
  2. Beşiktaş li Skoçyayê winda bû! (Va ne encamên duh êvarê)
  3. HRRK kongreya xwe ya nû li dar xist
  4. Galatasaray-Amedspor: Maç xilas, 7 gol hebûn
  5. ‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin
news-details

Ziman hem bela hem kela ye

Ziman di jiyana mirovan de, xwerû jî di têkiliyan de organê herî bingehîn e. Ji azmûnê xwe yên bi dehan salan dizanim, g

  • Dîrok: 26/08/2015
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk Aykoç
 

Ziman di jiyana mirovan de, xwerû jî di têkiliyan de organê herî bingehîn e. Ji azmûnê xwe yên bi dehan salan dizanim, gelek kes hene, dilê wan gelek paqij in, lê ji ber ku nikanin bi awayekî kêrhatî lebangî (hîtap) mirovan bikin, tim îzole ne, tersê vê mirovên dilreş hene, bi zimanê xweş li her derê xwe dikin geş. Lema divê mirov berê her tiştî di têkiliyan de karlêk û rola ziman têbigihîje û li gor wê rastiyê tevbigere. 

Bawerî û felsefeya kurdan bi vê rastiya ziman dagirtiye. Çend mînak: di baweriya Zerdeştî de sê stûnên baweriyê hene "Humata" (dîtin û ramanên baş), "Hukşta" (axaftin û peyvên xweş) û "Huvareşta" (kirin û tevgerên baş). Hukşta di wateya ziman, peyv û axaftinê de ye. Bi gotineke kurt û kurmancî ziman di jiyana mirov de stûneke bingehîn e. Dîsa ev meteloka kurdî jî bi aliyê wate, giringî û di têkiliyan de rola bingehîn lîstina ziman bi zelalî li ber çavan radixîne.

"Dernakeve ji mal e,

hem ciwan e hem kal e

geh şûr e geh mertal e

hem neyar e, hem heval e

Geh şîrîn e geh tal e

geh rastiye geh xeyal e

Hem çol e hem jî mal e.!"

Ez bawer dikim êdî li ser girîngiya ziman şiroveyeke din ne hewce ye. Xwerû jî di demên aloz de, demên şer û aşitiyê de, di hewldanên afirandina bingehên yekîtiya netewî de, di têkiliya bi neteweyên dagirkerên welat danînê de gelek girîng e. Dikane her tiştî biruxîne, şer gur bike, gelek dilan biêşîne, nakokiyan kûr bike, yan jî dijê wê dilan nerm bike û rêya lihevkirinan veke. Bêguman ev bi perwerdeya mirov, bi têgihîştina mirov, rewşa heyî di hişmendiyê de baş wezinandina mirov re girêdayî ye. Dikane her tiştî tarxan û hê xirabtir bike, yan jî ava bike.

Bi taybetî dema kesekî wekî wekîlê gel, wekî parlamenter, yan jî wekî şaredar, wekî serokê saziyekê hate hilbijartin, divê kesayetiya xwe, dîtinên xwe yên kesî, têgihîştina xwe ya berê bide aliyekî, yanî xwebûna xwe ji bîr bike, li gor wê xeftanê nûnêriya ew dike, kesayetiya saziyê û kesayetiya gel wer bigire, her gotinê xwe bi pîvan, têr û dîplomatîk bikarbîne. Hem jî di her warî de. Wekî mînak; di têkiliyên di nava partî û parçeyên kurdan de, divê kesatiyên erkên nûneriyê wergirtine, ji peyv, têgîn û axaftinên hevpiçûkxistin, nakokiyan kûrkirin, hevtewanbarkirinê dûr, peyvên dîplomatîk û biwêjên dîplomatîk bikarbînîn. Di tu rewşê de hevtewanbarkirinên reng îdeolojîk sûdekê nade. Li aliyê din ev awa ziman ne erkê parlamenter, şaredar û serokên komale, rêberê pêkhateyan e. Ev tenê erkên hêzên kurdistanî ne.

Me hêvî dikir ku derûdorên navê rewşenbîrî li xwe kirine, bikanin vê mijara ziman têbigihîjîn, ne li gor paşxanên xwe yên îdeolojîk, bikanin bi rastî jî bi helwesteke reşenbîrî, ango bi heman dûrbûnê nêzîkê partî û îdeolojiyan bike; rastiyan, pêkhatin û rûdanan rast binirxînin. Lê mixabin di nava kurdan de pêkhateya herî bi pirsgirêk ev derdorên xwe di nav kategoriya reşenbîrî de dinirxînin bixwe ne. Carna hevsengiya di navbera partiyên kurdistanî cih bihêle, nirxandinên tenê ji dagirkeran re xizmet dike derdixin pêş.

Xwerû jî parlamenterên kurd divê di vî warî de gelek şiyar bin. Yek êdî ew ne her tiştin ku bikanin li ser her mijareyên îdeolojîk bipeyivin. Dudu ew êdî ne bixwe ne ku li gor cihana xwe biaxivin, ew nûnêr in, divê li gor we erkî, tenê bi giştî û doplomatîk biaxivin. Xwerû jî di dema hevpeyvînan de divê tu carî firsend nedin rojnamegerên dagirker, xwe nedin bikaranîn. Ev jî bi zimanê ku mirov bikartîne ve girêdayî ye. Hêvî dikim ku HDP di vî warî de parlamenterên xwe perwerde bikin û nehêlin her kes di her warî de biaxivin.

Belê ziman! Ziman dikane bikuje jî, bide jiyîn jî! Bi hêviya ev mijar were têgîhîştin. Bi zimanê xweş her tişt dikane bibe geş, bi zimanê reş her tişt dikane bibe kul û êş"

Ji Yeni Ozgur Politikayê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news

Mirina Stalîn

news

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
Ev jî hene
ad

Du lîstik, du hakêm, du welat, du helwest

ad

Kurd bi Feqiyê Teyran serbilind in

ad

HDP li 59 bajaran dikeve hilbijartinê

ad

Navdarên dê şeva Oscarê bi rê ve bibin diyar bûn

ad

Rêşad Sorgul û keda wî ya salan

ad

Belgefîlmê 'zilamê xirab' Huseyîn Peyda tê kişandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Di navbera PDK û YNK'ê de çi diqewime?

  • 06 11 2026
news

Beşiktaş li Skoçyayê winda bû! (Va ne encamên duh êvarê)

  • 06 11 2026
news

HRRK kongreya xwe ya nû li dar xist

  • 06 11 2026
news

Galatasaray-Amedspor: Maç xilas, 7 gol hebûn

  • 07 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname