Diyarname
AKP'ê lîsteya xwe ya berendamên mebûsiyê pêşkêşî YSK'ê kir. Di nav lîsteyê de hunermend Îbrahîm Tatlises ku serî lê dabû wekî berendam nehat nîşandayîn. Tatlises dixwest ji Rihayê bibe berendam. Ev bû sê caran Tatlises serî lê dide lê nakin berendam.
Nivîskar Muhsin Kizilkaya ku ji Culemêrgê ye lê culemêrgî jê hez nakin, AKP'ê ew di hilbijartina 7'ê pûşperê de ji Mêrsînê wekî berendam nîşan dabû lê vê carê ew nehat nîşandayîn.
CHP'yiyê berê Savci Sayan ku alîgirê Deniz Baykal bû 7'ê pûşperê ji AKP'ê bûbû berdendam û ew ji Îzmîrê herêma 2'yemîn rêza 7'an nîşan dabû lê nehatibû hilbijartin. Sayan vê carê qet nehat nîşandayîn.
Mebûsê AKP'ê Abdurrahim Boynukalin ku çendek berê ligel hin ciwanan êrîşê avahiya rojnameya Hurriyetê kiribû wekî berendam nehat nîşandayîn.
Akademisyen Huseyin Yayman, Osman Can ku di televîzyonan de her pesnê AKP'ê didin jî wekî berendam nehatin nîşandayîn. AKP'ê bivir li hin kesên nêzî cemaetê jî dan. Ruveyde Gulseren Işik ji Konyayê di rêza 10'an de cara din hatibû nîşandayîn û hatibû hilbijjartin. Ji wê hatibû xwestin ku îstîfa bike lê Işik îstîfa nekiribû. Işik vê carê wekî berendam nîşan nedan.
Hunermend Ugur Işilak, İdris Gulluce, Oguzkağan Koksal hin kesên din in ku wekî berendam nîşan nedane.
AKP'ê li bajarên kurdan lîste guhartin. AKP'ê Cevdet Yilmazê ku li Amedê di rêza yekemîn de nîşan dabû û tenê ew hatibû hilbijartin vê carê ew biriye Çewligê. M. Galip Ensarioglu ku cara din wekî berendam nehatibû nîşandayîn vê carê li Amedê ew di rêza yekemîn de nîşan da. AKP'ê Beşir Atalay jî biriye Wanê.
**
Nûçeyên eleqedar:


