Diyarname
Piştî ku Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê Hevşaredarên Batmanê Sabri Ozdemir û Gulistan Aker ji peywirê girtin, îro ji bo Hevşaredariya Batmanê di nav encamên Meclisa Şaredariyê de hilbijartin çêbû.
Li Batmanê 18 endamên Meclisa Şaredariyê û Hevşaredar ji peywirê hatibûn girtin. Îro ji bo Hevşaredarî dengdan çêbû. Di encamê de Hurriyet Kaytar a DBP'yî ji bo Hevşaredariya Batmanê hat hilbijartin.
Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek li ser tewqîfkirina gelek şaredarên DBP'ê got: "Ev yek li hemberî şaredariyên me derbe ye."


