Diyarname
Sînemager û Serokê Sine-Senê Yusuf Çetîn bû berendamê şaridariyê yê DTP'a Beyogluyê.
Yusuf Çetin bi salan e di nav kar û barê sînemayê de ye û niha serokê Sîne-Senê (Sendîkaya Sînemageran) ye. DTP'ê ji bo berendamtiya şaredariya Beyogluyê Yusuf Çetin wekî berendam nîşan da. "Platforma Em jî Hene" ku di navê de DTP, ESP, EHP, Partiya Sosyalîst û gelek sazî û dezgehên civakî hene bi hev re Çetin wekî berendam nîşan dan.
Ji bo eşkerekirina navê Çetin li avahiya DTP'ê ya Beyogluya Stenbolê civîneke hate li dar xistin. Di civînê de Çetîn got ku ew dê bi hemû derdorên kedkar, bindest, bawermend û xizanan re bi yek dengî li Beyogluyê bi ser bikevin.
Çetin di sala 1999'an de jî dîsa li Beyogluyê berendam bû û bi giştî 12 hezar deng girtibû lê nehatibû hilbijartin.


