Amed
Pirtûkxaneya Mehmed Uzun a Bajêr deriyên xwe vedike. Pirtûkxane wekî navenda agahî-belge jî dê kar bike.
Pirtûkxaneya Mehmed Uzun ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li Sumer Parkê hatiye amadekirin 19'ê vê mehê bi beşdariya nivîskar, xebatkarên çand û hunerê û siyasetê dê saet 12.30'an de vebe.
Nivîskarên wekî Vedat Turkalî û Kaya Muştakhan jî pirtûkên xwe diyarî pirtûkxaneyê kirine. Her wiha jina Mehmed Uzun Zozan Uzun jî pirtûkxaneya Mehmed Uzun diyarî pirtûkaneyê kiriye. Niha li dor 15 hezar pirtûk, weşanên dem demî di pirtûkxaneyê de hene û ew dikin ku vê hejmarê derxin 50 hezarî.
Berpirsê Pirtûkxaneya Mehmed Uzun û pisporê Rêveberiya Belge û Agahiyê Selman Aydogdu da zanîn ku her desthilatdarî pirtûkxaneyên gel li gor fikra xwe saz dike û şikil dide lê ew dê vê fikrê biguherînin.
Di rojên pêş de dê beşa digital a pirtûkxaneyê jî bê vekirin, berhemên heyî dê ragihînin nav teknolojiyê û bi vî awayî ji her derê mirov dê bikaribin xwe bigihînin agahî û berhemên di pirtûkxaneyê. Di pirtûkxaneyê de beşên ji bo seqetan jî hene, her wiha zarok jî nehatine ji bîr kirin. Ji bo zarokan rojên xwendina çîrokan, nîşandayîna fîlman jî dê bê li dar xistin.
Ji ANF'ê hatiye girtin.
Not: Nûçeyên ku ji ajansekê hatibin girtin bêyî destûra fermî ya ajansê bikaranîna wê ya li dereke din qedexe ye.


