Diyarname
Li gor Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) di sala 2015'an de li dinyayê bi giştî 110 rojnameger hatine kuştin ku piranî li Fransayê di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de hatine kuştin.
Vane daneyên RSF'ê:
- Ji sisêyan yek rojnameger li cihên şer mirine.
- 67 rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnaemgerî, nûçegîhanî hatine kuştin.
- Talûkeya herî mezin ji bo rojnamegeran li welatê Iraq, Sûriye û Yemenê heye. Li Sûriyê û Iraqê her cih 9 rojnameger hatine kuştin.
- Di bûyera Chairlie Hebdo de 12 rojnameger hatin kuştin.
- Li Misûlê gelek rojnameger ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin û îşkence li wan hat kirin.
- Li Hindistan, Meksîkayê rojnameger ji ber nûçeyan di hedefê de ne, li Bangladeşê îslamiyên radîkalan çar nivîskarên blogê kuştin.
**
Ji 2015'an:
- 2015: Binpêkirinên salê, kîteyên ji lîsteya ÎHD û TÎHV'ê
- 2015: Li Dinyayê herî zêde li van vîdyoyên muzîkê temaşe kirine


