Diyarname
Dadgehê 15 sal ceza li Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya birî.
Doz li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê li dar ket. Di doza ku bi navê "Doza KCK'ê" dihat zanîn îro li dar ket. Di dozê de 12 kes dihatin darizandin. Dadgehê
li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya û Endamê Meclisa Partiyê yê HDP'ê Cuneyt Canîş bi îdîaya "endamê rêxistinê ne" ji bo her yekî 15 sal ceza birî. Her wiha ji bo Velî Avci 15 sal, Metin Adugut 13 sal û nîv, Nezahat Erguneş 13, M.Emin Yildiz, Murat Durmaz û Mihriban Şah 12 sal, Îhsan Guler, Devriş Polat û A.Kerim Sayan 9 sal, Hecer Saruhan 8 sal ceza birîn.
Parêzer dê dozê bibin cem Dadgeha Bilind û bixwazin ku doz betal bibe.


