Arjen Arî
Zimanê tirkî, zimanê ku geh bû qondaxtiving û li nava milên me ket, geh bû serpozk û hestiyê birçî yê piyê me arand û qajînî bi me xist, ji hêla dagirkeran ve ne bi deranîn û cih bi cihkirina zagona ‘şoreşa pîtan’*; li ‘herêmê’ ne bi vekirina dibistanên leylî û avakirina qereqolan li her gundekî; bi biryara veqetandin û xwe cuda rexistinkirina roşenbîrên kurd ên ku hîmê DDKO avêtin re kete nava civata kurd a li qeraxa zimanê dagirkeran mayî…
Wekî ku Helîm Yûsiv* destnîşan dike, çawa ku li Bajûrê Rojava ji sala 1957’ê ve aşê siyaseta kurdî bi ava erebî hatiye gêran; li Bakur jî siyaseta kurd hema bêje ji damezrandina Kurd Tealî Cemîtî ve her her saziyê, her dezgehî tirkî kir zimanê xwe yê perwerdehiyê, ragihandinê, bangeşiyê…
Ev ‘rastiya rastewxo’ ne dikare bê mandelkirin, ne jî ya înkarê ye.
Gazincên di derbarê ziman û pûtepênedana berhemên bi vî zimanî de, wekî ku ji me tevan ve kifş e, ji Melayê Cizîrî yê ku gotiye ‘Şebçiraxê şeba Kurdistan im’ dertê, di mista Ehmedê Xanî dibe ‘hebûya me jî alîkeremek, latîfedanek’ û piştî 350 salan nêzî heman gilî û gazincî ji pênûsa nivîskarên kurd dertê!
Wekî gotina rihspiyên Çekiyan ‘ Sînorê neteweyekî zimanê wî ye’, her nivîskarî; ji Baba Tahir heta ku bigihe nivîskarê herî rexl û ciwan Elîxan Loran, hewl daye ku wî sînorê ku bi destê dagirkeran xwedî hêz û şiyan, mebest qir û qelan têtê tengkirin, fireh bike, sedekî din bi ser sedên heyî ve zêde bike…
Kurdan gotibe jî ‘ez bi te, tu bi min em tev bi Xweda’; siyaseta kurd duh jî îro jî xwestiye/dixwaze her nivîskarî wekî ‘kurê malê’ bibîne!
Lê dema ku ‘kurê malê’ yê ‘ji min ketî bi min ketî’ berê xwe bide lêvandina kêmasiyên heyî û rexneyekê bike li rewşa ‘elatewş’, wê gavê ‘semyanek’ bi hêrs û kerbeke nedîtî radibe ku ‘kur’ ji ‘eyarekî derbixe, bixe eyarekî din’!
Dema ku min nivîsa birêz Îbrahîm Guçlu** ya bi dû wefata Mehmed Uzun de nivîsibû xwend, min dît ku siyasetmedarên kurd bi qasî serê derziyê ji hişmendiya xwe ya ‘min tu afiran’, tu hebî tu min heyî’ nehatine xwarê…
Çawa ku berxwedana dayî, xwîna rijiyayî hêjayî û nirxên herî giranbiha yên wî gelî ne, nivîskarê herî veder, û şûm û ‘zimandirêj’ jî lehengê yê vî zimanî ye, kurê yê vî gelî ye.
Her nivîskar, her nivîskarê ku pastar û zêrevanê merqeda kalê kalan Ehmedê Xanî yê ku gotiye:
……………………………….
Qelbê me nekir qebûlê hîle
Qet bo xerezê nebû wesîle
…………………………..
Sifrê xweyê xef me eşkere kir
Qirtasiyebû me li lê dua kir
ji mafê wî ye ku vê benda kalê xwe jî bixe bîra siyaset û der û dorên têkildar ên li dû zar û azadî û dahatûya bi ron û ronak ya pahr û pişka her kesekî têde heyî:
Mîrê ku bi navê Mîreza ye
Mehza nezera wî kîmiya ye
Qelbê di zexel diket belorî
Polê di dexel diket filorî
Sed barî hebin filûsê ehmer
Derhalî diket bi yek nezer zer
E’layî diket bi qehrê edna
Ednayî diket bi lutfê e’la
Paşan digirit wekî esîran
Aza diketin wekî feqîran
Her rojî hezarî bênewayan
Her lehze bi lutfê sed gedayan
Zengîn dikitin bi destê himmet
Hîkmet ew e nakitin çû minnet
Ger dê wî nezer bida me carek
Îksîrê teweccuha mubarek
Ev qewl-i hemî dikir’ne eş’ar
Ev pûl-î hemî dibûne dînar
Emma nezera wî zêde a’m e
Lew xasenezer ji dil neda me
Ew rehmetî xas e bo ewamî
Yareb! Tu bidî wî her dewamî*
*Helîm Yûsiv, Diyarname ("Ez dibêjim çi û Adil Zozanî çi dibêje?!")
*Harf dewrîmî
*Îbrahîm Guçlu, Netkurd
*Ehmedê Xanî, Hemû Berhem, Wş.Lîs


