Bargiran Şanaz
BI YAR
Dema dereng
Gotinên di dilê de mayîn
Bidilsarî kêşana wextê
Daketina hewaya sar û seqemî
Tarîbûna rojê
Westehiya hişê…..
Her bêje. Her rewş. Her nêrîn. Ji bo te ye. Ji bo şirînkurdiya te. Tu paytaxta dilê min. Tu serdestê dilistana min…..
BÊ YAR
Roj winda bûye li ser erdê. Ronahî nemaye li tu derê. Tarî wekî kefenekê reş pêçaye li her cihê. Şevê xwe eşkere kiriye. Rûyê xwe derxistiye meydanê. Di şevê de meh heye. Di şevê de stêrk hene. Lê li vê derê; li vî bajarî tunên ev. Ne hîv heye û ne jî stêrk hene. Hal û karê vî bajarê rengereş wan ronîweşanan veşertine. Vî bajarî nîşaneyên şevê ji holê rakiriye. Li esmanê tu tişt tune. Ne hîv e. Ne stêrkên. Ne jî ronîkerek e. Ji bilî reşahiyek bê ser û ber. Mirov ditirse temaşeya jorê bike. Tirsa di dil de, tirsa di nav vê reşahiyê de winda bûne. Li rûyê erdê jî rep û reş e. Erdê jî rengê şevê girtiye. Çav çavê nabîne. Tu tişt ne diyar e di vî kêliyê de. Jixwe ceyran jî tune îşev. Tarîtir bûye erd û esman. Tenê reşahî heye. Tenê zilûmat. Erd reş e. Esman reş e. Dem reş e. Dilê min îşev reş e.
Tarî ditirsîne kesan. Bi hatina wî her zîndewar xwe vedişêre lîsa xwe. Warê xwe. Tu kes tu tişt naxweze bimîne di paşka tariyê de. Kolan û çarşî vala dimînin. Ev bajara bêhnteng bêdeng dimîne. Her kes xwe davêje pêşka roniyek. Pêşka dilovanek. Lê ez… Ez bê kes im. Ceyran, ronî jî, tune. Yarê min tenê hiştiye. Min di vî rewşa giran de bê xwe hiştiye. Bêwijdan û bêwefa derketiye. Min bi serê xwe, di tenêtiya xwe de hejar û sist xistiye. Yarê min xapandiye.
BI YAR
Biskên te binazikî xwe berdidan xarê. Carna dibûn perde ji guhên te yên rengeşîr re. Vedişêrtin rûyê te yê ji hîvê dirûv girtî. Tûncikên te yên şirînok diman di bin biskên te. Gazinc dikirin wan delalokan. Porên te yên zêr û zîvî dirêjtir bibûn. Ji ber bedewtiya wan milan şerim dikirin. Xwe xevf dikirin di bin porên te de. Belav bibûn wekî kulîlkên biharê. Di gerdana te de zeximiyek dilşirîn çibibû. Rengê hinarikên te dida.
BÊ YAR
Nabînim tu xweşiyê di nav pêlên jiyanê. Jiyan mîna koremarekê reş dialîne rih û hişê min her dem. Di nav barana agir de diborînim demên xwe. Di nav çûn û hatinên bêrehm de bêhn vedidim. Her kes neyar e. Her kes biyanî. Ma nedigot Hobbes: mirov ji mirov re gur e.
***
Nivîsên Bargiran Şanaz ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Dimeşim
- Reşahiya Demê
- Dînîtî hêjatî ye


