Diyarname
Lîstikvanê karîzmatîk ê sînemayê, sazkar û derhêner John Malkovich beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê dibe.
Malkovich di 10’ê mehê saet 13.30’yan de berî nîşandayîna fîlmê “Belali Dugun” (Daweta bi bela) dê li Sînemaya Emekê derkeve pêşberî temaşevanan. Her wiha li vê derê dê festîvala “Xelata Rûmetê ya Sînemayê” bide Malkovcih.
John Malkovich niha di fîlmê Steve Jajobs ê bi navê “Disgrace” (Şerm) de rola serlîstikvanî girtiye ser milê xwe û ev fîlm di festîvalê de ji bo Xelata Laleya Zêrîn di pêşbaziyê de ye. “Disgrace” ku ji romana xwediyê Xelata Nobelê J.M.Coetzee hatiye girtin di Festîvala Fîlman a Toronto de Xelata Yekîtiya Rexnegiran FIPRESCI girtibû.
Lîstikvan Malkovich di sala 1953’yan de li Amerîkayê hatiye dinê. Wî heta niha ji zêdeyî 70 fîlmî de lîstiye. Malkovich ku li zanîngehê beşa şanoyê xwend di sala 1984’an de bi fîlmê “Places in the Heart” dest bi sînemayê kir. Dûre bi serlîstikvaniya xwe ya di fîlmê şer “The Killing Fields” de eleqeyeke mezin dît.
Malkovich di “Dangerous Liaisons” de bir ola Vicomte de Valmont cihê xwe di bîra mirovan de girt, bir ola di “In the Line of Fire” de rola sûîkastkarekî girt ser milê xwe û bi vê rolê bû berendamê Xelata Oscarê.
John Malkovich di fîlmê “Con Air”, “The Man in the Iron Mask”, “Rounders”, “Changeling” lîst, herî zêde jî bi fîlmê “Being John Malkovich” navdar bû. Fîlmê “Dancers Upstairs” ku Malkovich derhêneriya wî kiribû di sala 2002’yan de di Festîvala Fîlman a Stenbolê de hatibû nîşandayîn.
***
Nûçeyên din ên li ser 28'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê:
- Festîvala Fîlman a Stenbolê dest pê kir
- Bilêtên fîlman li benda we ne
- Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê eşkere bû


