logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

KONGREYA HDP’Ê

HDP beriya kongreya xwe, bi endam, kesayetî û saziyên hatine vexwandin re gelek civîn û konferans pêk anîn. Bêgûman, yek

  • Dîrok: 19/01/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fehîm IŞIK

HDP'ê berî kongreya xwe, bi endam, kesayetî û saziyên hatine vexwandin re gelek civîn û konferans pêk anîn. Bêguman, yekem amanca van civîn û konferansan amadekariya ji bo kongreyê bû. Lê li gorî min armanca herî esasî divê ew be ku HDP bikaribe xwe li gorî pêvajoya nû, amade bike.

Berî ku em bizanibin di pêvajoya nû de çi heye, divê em lê binêrin HDP di rewşeke çawa de hat damezrandin.

HDP, di rewşeke bê şer de hate damezrandin. Tê dîtin ku piraniya şirîkên HDP’ê, bi taybetî jî şirîkên ji bilî tevgerên kurdan ango çep û sosyalîst û pêşverûyên Tirkiyeyê, piştî pêvajoya sala 2013’yan lênûska şer girtibûn. Bi bandora vê nêrînê jî xwe zêdetir bi gor rê û rêbazên siyaseta demokratîk amade kiribûn.

Her wiha şirîkên HDP’ê yên ji bilî kurdan, di rêveberiya giştî de jî bi berfirehî cihê xwe girtibûn. Lê heman tişt di rêveberiyên bajar û navçeyan de nedihatin dîtin. Ji ber ku qadro û endamên ew rêxistinan têrî rêveberiyên bajar û navçeyan nedikir, yên bajêr û navçeyên HDP’ê bi rê ve dibir piranî qadro û endamên tevgera kurd bûn.

Vê rewşekî balkêş derxistibû holê.

Rêveber, organîzasyona siyaseta demokratîk baş dizanibûn. Dikaribûn civîn, konferans, panel, xebatên perwerdeyê, amadekariyên hilbijartinan û hwd. pêk bînin. Di reklamgerî û organîzasyonê de jî zîrek bûn. Her wisa di dema pêvajoya aştî û çareseriyê de pêşî jî li wan nedihatin girtin û dikaribûn her kar û barê xwe bi hêsanî bikin. Bi vî rengî pêvajoya hilbijartina 7’ê Hezîranê jî bi serkeftî rê ve birin. Ev reng xebat, li ser rêxistinên bajar û navçeyan jî bandora xwe danî û HDP’ê ji hilbijartina 7’ê Hezîranê bi serkeftî derket.

Niha em werin dema pêvajoya nû…

Bêguman, di dema nû de rewşeke nû, ango şer heye. Ya ku HDP xitimand jî ev bû. Bi taybet piştî 7’ê Hezîranê, ew HDP’ya ku xwe ji bo pêşketina siyaseta demokratîk û jiyana hevbeş amade kiribû, têrî siyaseta dema şer nekir.

Her wisa ew rêveberên ku piraniya wan ji rêxistinên çepgir û sosyalîstên derveyî tevgera kurd pêk dihatin, ango ew rêvebirên ku xwe bi gor siyaseta demokratîk û aştiyane amade kiribûn, piştî destpêkirina şer di valahiyê de man. Eşkera hat dîtin ku, ne dizanibûn ka ew ê çi bikin. Nedikaribûn bersivên rêxistinên bajar û navçeyan jî bidin.

HDP, di civînên berî kongreya giştî de, ango di konferansan de piranî li bersiva vê yekê digeriya; ka ew ê xwe çawa amadeyî dema pêvajoya nû bike...

Qet şik tune ye. Şer ne terciha kurdan e. Lê rayedarên dewleta tirk berjewendiyên xwe di şer de dît û carekî din şer dan dest pê kirin.

Divê em hemû vê rastiyê bibînin.

Ne tenê HDP, divê hemû hêzên kurdan wekî ku ew ê şer sibe raweste xwe ji aştiyê re û di be ku şer bi salan bidome jî xwe ji siyaseta dema şer re amade bike.


Azadiya Welat

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ne yek, ne du, ne sê, çar caran 'Mad Men'!

ad

Rukiye Ozmen wê çîrokên şevbuhêrkan bixwîne

ad

TUYAP'ê bersiva betalkirina Fûara Pirtûkan a Amedê da

ad

Ji dêvla Şenyaşara hate binçavkirin Buldan di nobetê de ye

ad

Romanek li ser Feqiyê Teyran hat nivîsandin

ad

Di Kûpaya Zîraatê de fînalîstê yekemîn diyar bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname