Diyarname
Li Sûra Amedê ji 2.12.2015'an de qedexeya derketina kuçeyan a li taxan didome. Qeymeqamiya Sûrê geh qedexeyê fireh dike, geh teng dike. Û li taxên qedexe heye pevçûn didomin.
Li gor rewşa dawî li taxên Cevatpaşa, Fatihpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê qedexe didome.
Qeymeqamî roja 27.01.2016'an li taxên Abdaldede, Alîpaşa, Lalebey, Suleyman Nazif û Ziya Gokalp qedexe danîbûn. Û roja 02.02.2016'an li taxên Camii Kebir, Camii Nebi, Îskenderpaşa û Melikahmetê jî qedexe danîbû. Îro serê sibê saet 10'an de li ev taxên ku ji 27'ê meha borî ve qedexe hebû rakir. Niha qedexe tenê li van taxan didome: "Cevatpaşa, Fatihpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê."
Ji jorde navçeya Sûra Amedê


