Diyarname
Hacî Qadirê Koyî ku di nav helbesta kurdî de xwedî cihek girîng e niha dibe mijara konferansek.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li ser Hacî Qadirê Koyî bi sernavê "Di sedsala 19'an de şaîrek: Hacî Qadirê Koyî" konferanseke li dar dixe.
Konferans 6'ê vê mehê saet navbera 14.00-18.00'an de li Tutun Deposuya Beyogluya Stenbolê li dar dikeve.
Axaftina destpêkê ya konferansê dê Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan bike. Dûre Doç.Dr. Bulent Bilmez (Zanîngeha Bîlgiyê) dê li ser "Di sedsala 19'emîn de Guherînên Siyasî û Civakî yên li Dewleta Osmanî û Kurdistanê", Tahir Baykuşak (Yekeya Xebatên Kurdî ya Zanîngeha Bîlgiyê) li ser "Jiyan û Bandora Hecî Qadirê Koyî ya li ser Rewşenbîrên Kurd", Farangis Ghaderi (Zanîngeha Exeterê) li ser "Di helbestên Hecî Qadirê Koyî de Modernîzm" û Dr. Merîwan Kanie (Zanîngeha Amsterdamê)jî dê li ser "Di helbestên Hacî Qaadirê Koyî de Sirgûnî û Neteweperwerî" biaxive.


