AMED
Li navçeya Peyasê Dibistana Seretayî ya Ali Erel ku li wir bi kurdî perwerdehî dihat dayîn bi hinceta "peywira dibistana seretayî ya kurdî" dibîne hat girtin.
Li navçeya Peyasê ya Amedê Dibistana Seretayî ya Alî Erel di 5'ê sermaweza 2015'an de hatibû vekirin û nêzîkê 60 xwendekaran bi kurdî perwerdehî didîtin. Waliyê Amedê îro ew dibistan girt. Peywirdarên ji walitiyê hatin bi hinceta "peywira dibistan seretayî ya kurdî" dibîne mor li deriyê dibistanê dan.
Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, rêveberên KURDÎ-DER'ê û rêveberên Akademiya Ziman ya Ehmedê Xanî bi daxuyaniyekê girtina dibistanê şermezar kirin. Taşçier li ber avahiya dibistanê got ku feraseta di 12'ê Rezberê de nedihişt tu kes bi zarokên xwe re bi kurdî biaxive niha dibistana ku zarok lê perwerdehiya bi kurdî dibînin girt.
Mamosteyê dibistanê Rênas Yilmaz jî diyar kir ku dibistan bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin û ew ê li hemberî vê ferasetê têbikoşin. Gerînendeyê dibistanê Ali Ercan jî 21'ê Reşemî Roja Zimanê Dayikê a Cihanê bi bîr xist û girtina dibistanê jî bi vê rojê ve girêdayî ye.
Ercan da zanîn ku ew ê li hemberî girtina dibistanê serî li 2'emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê bidin.
Piştî axaftinan welatiyan diruşmên "Zimanê me rûmeta me ye", "Berxwedan jiyan e" û "Bê dibistan jiyan nabe" berz kirin.


