Diyarname
Li 13 bajaran li hemberî DTP'ê operasyoneke mezin hate li dar xistin rêveber jî têde 70 DTP'yî di bin çavan de ne.
Li gor çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê li hemberî DTP'yiyan li 13 bajaran operasyoneke hate li dar xistin. Li Amed, Stenbol, Enqere, Aydin, Edene, Elezîz, Enteb, Riha, Şirnex, Culemêrf, Çewlig, Wan, Batman û Mêrdînê rêveberên DTP'ê jî têde herî hindik 70 kes hatin binçavkinin.
Di nav kesên ku hatine binçavkirin de Cîgirê Serokê Giştî yê DTP'ê Kamuran Yuksek, Selma Irmak, Bayram Altun, ji rayedarên DTP'ê Senamis Onal, Cîgirê Şaredara Dêrsimê Alican Onlu, Midûrê Îmarê yê Şaredariya Batmanê Heval Erdemli û endamên Lijneya Rêveberiya DTP'ê Mazlum Tekdal jî heye.
Rayedarên polîsan dan zanîn ku ev salekê ye ev operasyon tê organîzekirin. Her wiha li Amedê polîsan avêt ser Gun TV, Yekîtiya Şaredariyên GAP'ê jî.
Operasyona ku vê sibê saet 04'an de dest pê kir hê berdewam e.
Di çarçoveya operasyonê de tenê li Amedê 21 kes hatine binçavkirin. Ji van hin navên ku diyar bûne ev in: Rêveberê Yekîtiya Şaredariyên GAP'ê Aslan Ozdemir, Roza Erdede, Musa Farisogullari, Ahmet Zirek, ji şêwirmendên DTP'ê Nadir Yildirim, rêveberê DTP'a Amedê Celal Yoldaş, Wekîlê Serokê DTP'a Amedê Vekili Mehmet Akin.
Demirtaş: Operasyon balkêş e
Wekîlê Koma DTP'ê Selahattin Demirtaş hat Gun TV, operasyon şermezar kir û got: "Ev operasyon ne tesadufî ye. Rojeke piştî biryara PKK'ê ya heta 1'ê pûşperê pêkneanîna çalakiyan tişteke balkêş e. Dîsa operasyon piştî hatina Serokê DYA'yê Barack Obama ya Tirkiyeyê pêk hatiye ev jî balkêş e."
Kome şopandina operasyonê saz kirin
Li ser operasyonê vê sibê li Navenda Giştî ya DTP'ê komeke ava kirin ku li ser operasyonê bisekine, bişopîne. Hevseroka DTP'ê Emine Ayna, Wekîla Koma DTP'ê Fatma Kurtalan û rêveberên partiyê li ser operasyonên bi lezgînî li hev civiyan.
Hevserokê DTP'ê Emine Ayna li ser operasyonê daxuyaniyeke da û got: "Partiya me ji ber ku dijbera pergalê de dixwazin pêşî lê bigirin. Divê her kes rûne bi awayekî cidî li ser vê operasyonê bifikire. Bawer bin dê kes nikaribe ji bin barê vê operasyonê rabe. Ev operasyon ew tişt e ku mirovan ber bi rêyeke derveyî demokrasiyê ve dibe."


