Kurte xwendin di dîwana "Ayetê çiyan di şkeftên ji bîrbûyî de" de
Qadir Egîd
Bi alîkariya dezgeha Sema Kurd a çand û huner li Imarat Alarabiye - Dubey, Dîwana helbestvanê Kurd Xemgînê Remo bi navê "Ayetê çiyan di şkeftên ji bîrbûyî de" derket.
Dîwana ku ji bîst helbestan pêk hatiye û hemû li bajarê Dirbêsiyê - şûnzaya helbestvan - di navbera sala 1998- 1999'an de hatine nivîsîn, gelek mijar dane ber xwe, çi evîn, xinizî, welat, çiya, dem, memik û bihar.
Dîwan bi dîmen û wêneyan dewlemend e. Bi hostayîyeke bêhempa mamoste pênûsa xwe di xîmava siruştê de dadike û bi şêweyekî zanyarî tabloya xwe dinexşîne. Di helbesta "Bêhna çiyan" de wiha dibêje:
"Li der ve
Baran keziyê dar- gula dişo
Gul jî
Bi hemî spehiyên xwe
Rû - geş dikenin "
Bi dilekî şewitî behsa bajarê di nav pencê şevê û dijmin de dorpêçkirî dike:
"Bajarê min
Di nav pence şevê de serxweş e
Û li wî aliyê sînor
Piyaseya cendirmeyan nû dibe
Tirênên ji ejdehayên mirinê
Barkirî
Barên xwe li şax û newalan
belav dikin
Û zêndiyên mirî
Ji bêhina mirinê nabin şiyar..!"
Lê nizanim çima helbestvan Xemgîn mîna gelek helbestvanên din nemaze yên Kurd, helbest bi rengekî riswayî, peyvtazî û wêneyên qeşartî fam kiriye.
Mîna vê dîmena (suruştî):
"Du hechecîk li ser ristê
Yariya bi hev dikin
Çavekî min li gula ye
Û yek li hechecîka ye"
Ji aliyê ziman de hindek qelşên rêzimanî di nav rûpelên dîwanê de peyda dibin, dibe ew jî ji neguhdana zêde hatibin, mîna:
- Ji bîrbûyî, jibîrbûyî
- li tarî ya kolanan, li tariya kolanan
- dîkatî yê ji xwere dixwazim, dîkatiyê ji xwe re dixwazim
- bê bere û bê sere, bê ber e û bê ser e
- wenda bûnê, wendabûnê
- rû-pelê dîrokê, rûpelê dîrokê... hwd.
Hêjayî gotinêye helbestvan Xemgînê Remo ji rojavaya Kurdistanê, ji bajarê Dirbêsiyê ye. Ji salên heştêyî de rahiştiye barê helbestê. Gelek hunermendan ji helbestên wî strane wekî: Şeyda, Ronî can, Zubêr Salih, hisên Salih...hwd.
***
Nivîsên Qadir Eqîd ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:


